Destpêk 18
18
Sê mêvan
1Gava Îbrahîm di kela nava rojê de li ber darmaziyên Mamrê, li ber deriyê konê xwe rûniştîbû, Xudan lê xuya bû. 2#Îbranî 13:2Îbrahîm serê xwe rakir û dît ku sê kes li ber wî sekinîne. Çaxê ku wî ew dîtin, ji ber deriyê konê xwe beziya, hat pêşiya wan û deverû çû erdê. 3Paşê got: “Ezbenî, heke dilê te bi min xweş be, di ser xulamê xwe re derbas nebe. 4Bihêlin, bila niha hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bêhna xwe vedin. 5Madem hûn hatin ba xulamê xwe, ez ji we re pariyek nan bînim. Piştî ku we bêhna xwe veda, bi riya xwe ve herin.”
Wan got: “Baş e, te çawa got, wisa jî bike.”
6Îbrahîm bi lez çû kon, ba Sarayê û jê re got: “Zûka sê sea#18:6 Sê sea kêm zêde 22,5 kîlo ye. arvanê hûr bîne, hevîr bike û nan çêke.” 7Piştre Îbrahîm beziya nav dewaran, golikekî qelew girt û da xulamê xwe. Xulam bi lez golik amade kir. 8Îbrahîm dew, şîr û goştê golikê ku amade kiribû anî û li ber wan danî. Gava wan dixwar, ew jî li ba wan, li bin darê sekinî.
9Wan ji Îbrahîm pirsî: “Ka jina te Sara li ku ye?”
Wî got: “Li wir, li hundirê kon e.”
10 #
Romayî 9:9
Yekî ji wan got: “Sala bê vê demê, esse ezê vegerim ba te û wê kurekî jina te Sarayê hebe.”
Sarayê ji nav derê kon, li pişt wî guhdarî dikir. 11Îbrahîm û Sara pîr û kal bûbûn û bi salan ve çûbûn. Sarayê, emrê zarokanînê derbas kiribû. 12#Petrûs I, 3:6Sara keniya û di dilê xwe de got: “Piştî vî emrî ezê bi çi yê xwe şa bim? Êdî malxweyê min jî kal bûye.”
13Xudan ji Îbrahîm re got: “Çima Sara keniya û got: ‘Ez pîr bûme, ma ezê piştî vî emrî zarokan bînim?’ 14#Lûqa 1:37Ma ji bo Xudan tiştekî nepêkan heye? Ezê sala bê, di çaxê ku hat diyarkirin de vegerim ba te û wê kurekî Sarayê hebe.”
15Sarayê ji tirsa derew kir û got: “Ez nekeniyam.”
Lê Xudan got: “Belê, tu keniyayî.”
Îbrahîmê Pêxember ji bo Sodomê lava dike
16Gava zilam ji wir rabûn, wan li aliyê Sodomê nêrî. Îbrahîm jî, ji bo ku wan bi rê bike, bi wan re çû. 17Xudan got: “Ma tiştê ku ezê bikim, ezê ji Îbrahîm veşêrim? 18Bi rastî wê Îbrahîm bibe miletekî mezin û hêzdar. Wê hemû miletên dinyayê pê pîroz bibin. 19Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”
20Piştre Xudan ji Îbrahîm re got: “Gazina li dijî Sodom û Gomorayê pir zêde bûye û gunehê wan gelek giran e. 21Ezê peya bim û bibînim ka ev gazin û sûcdarkirin rast e yan na? Da ku ez bizanim.”
22Zilam ji wê derê zivirîn û bi aliyê Sodomê ve çûn. Lê Îbrahîm hê jî li ber Xudan sekinîbû#18:22 Nivîsa Masoriyan: Xudan… li ber Îbrahîm sekinîbû.. 23Piştre Îbrahîm nêzîkî Xudan bû û got: “Ma tê yên rast, bi xeraban re tune bikî? 24Lê ku di nav bajêr de pêncî kesên rast hebin? Ma tê bajêr nedî ber xatirê wan pêncî kesên rast ku tê de ne? 25Dûrî te be ku tu wiha bikî û tu kesê rast jî bi kesê xerab re bikujî û rast bibin wekî xerab! Ma dadgerê tevahiya dinyayê ya rast neke?”
26Xudan got: “Heke ez li bajarê Sodomê pêncî kesên rast bibînim, ezê tevahiya bajêr bidim xatirê wan.”
27Îbrahîm dîsa got: “Tevî ku ez toz û xwelî me, ne tiştek im. Dîsa jî min xwe wêrek kir ku ez bi te re bipeyivim. 28Em bêjin pênc kes ji pêncî kesên rast kêm bin. Ma tê ji ber pênc kesan hemû bajêr wêran bikî?”
Xudan got: “Heke ez li wê derê çil û pênc kesan bibînim, ezê bajêr wêran nekim.”
29Îbrahîm dîsa pirsî: “Bibexişîne heke li wê derê çil kes hebin?”
Xudan got: “Ji bo xatirê çil kesan, ezê tiştekî nekim.”
30Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê dîsa bêjim: Belkî li wê derê sî kes hene?”
Xudan got: “Heke ez li wê derê sî kesan bibînim, ezê vê yekê nekim.”
31Îbrahîm got: “Ya Reb tu min bibexişîne ji bo van xeberdanan, lê ez dîsa bipirsim. Em bêjin li wê derê bîst kes hebin?”
Xudan got: “Ji bo xatirê bîst kesan, ezê bajêr wêran nekim.”
32Îbrahîm got: “Ya Reb hêrs nebe, ezê bi tenê careke din bipirsim. Heke li wê derê tenê deh kes hebin?”
Xudan got: “Ezê ji bo xatirê deh kesan jî bajêr wêran nekim.”
33Piştî ku Xudan peyivîna xwe bi Îbrahîm re xilas kir, ji wir çû û Îbrahîm jî vegeriya cihê xwe.
Currently Selected:
Destpêk 18: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.