Destpêk 21
21
Bûyîna Îshaqê kurê Îbrahîmê Pêxember
1Xudan çawa ku soz dabû, qencî li Sarayê kir û soza xwe pêk anî. 2#Îbranî 11:11Sara bi zaro ma, di kalîtiya Îbrahîm de, di wê dema Xwedê diyar kiribû de kurek jê re anî. 3Îbrahîm navê Îshaq li wî kurî kir ku Sarayê jê re anî. 4#Destpêk 17:12; Karên Şandiyan 7:8Gava Îshaq heşt rojî bû, Îbrahîm çawa ku Xwedê lê emir kiribû ew sinet kir. 5Îbrahîm sed salî bû, gava Îshaq jê re çêbû.
6Sarayê got: “Xwedê ez dame kenandin. Her kesê ku vê yekê bibihîze wê bi min re bikene. 7Wê kê ji Îbrahîm re bigota ‘Wê rojek were Sara şîr bide kurekî?’ Va ye min di vê kalîtiya wî de jê re kurek anî.”
Hacer û Îsmaîl tên dûrkirin
8Kurik mezin bû û di roja ku Îshaq ji şîr hat vekirin de Îbrahîm şahiyek mezin çêkir. 9#Galatî 4:29-30Çaxê Sarayê dît kurê ku Hacera Misrî ji Îbrahîm re anîbû bi Îshaq tinazên xwe dike, 10wê ji Îbrahîm re got: “Vê cariyeyê û kurê wê biqewitîne. Bila kurê vê cariyeyê nebe hevparê mîrasa kurê min Îshaq.” 11Ev yek li Îbrahîm pir giran hat. Çimkî Îsmaîl jî kurê wî bû. 12#Romayî 9:7; Îbranî 11:18Lê Xwedê ji Îbrahîm re got: “Tu li ber kurik û cariyeya xwe nekeve. Guhê xwe bide her tiştê ku Sarayê ji te re dibêje. Çimkî wê ziriyeta te bi Îshaq bê naskirin. 13Ezê kurê cariyeyê jî bikim miletekî, çimkî ew jî, ji ziriyeta te ye.”
14Îbrahîm serê sibê zû rabû, hinek nan û meşkek av hilda, danî ser milê Hacerê û kurik pê re, ew şand. Hacer çû û demekê li Deşta Beêr-Şevayê geriya. 15Çaxê av di meşkê de nema, wê kurê xwe kir bin deviyekê 16û çû, bi qasî avêtina tîrekî dûr ket. Ew rûnişt û got: “Ez nikarim li mirina kurê xwe binêrim.” Paşê bi dengekî bilind giriya.
17Xwedê dengê kurik bihîst û milyaketê Xwedê ji ezmanan gazî Hacerê kir û got: “Çi bûye Hacer! Netirse, Xwedê dengê kurik ji wê derê bihîst. 18Rabe, kurik rake û bi destê wî bigire. Çimkî ezê wî bikim miletekî mezin.” 19Piştre Xwedê çavên Hacerê vekirin û wê bîreke avê dît. Ew rabû, meşka xwe bi avê tije kir û av da kurê xwe.
20Gava zarok mezin dibû Xwedê pê re bû. Ew li beriyê rûnişt û bû tîravêjekî xurt. 21Ew li Beriya Paranê rûnişt û diya wî ji welatê Misrê jinek jê re anî.
Peymana Îbrahîmê Pêxember û Avîmelekê Padîşah
22 #
Destpêk 26:26
Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî, ji Îbrahîm re got: “Di her tiştê ku tu dikî de Xwedê bi te re ye. 23Niha li vir, li ber Xwedê sond bixwe ku tê li min, li kurê min û li ziriyeta min hîle nekî. Ji min re û ji welatê tu bi xerîbî lê dimînî re, wekî min ji te re kir, tê jî dilsoz bî.”
24Îbrahîm got: “Ez sond dixwim.”
25Lê Îbrahîm behsa bîrekê kir ku xulamên Avîmelek bi zorê dest danîbûn ser. 26Avîmelek got: “Ez nizanim kê ev kiriye. Te jî, ji min re negot, ez niha dibihîzim.”
27Paşê Îbrahîm pez û dewar dan Avîmelek û herduyan peymanek girê dan. 28Îbrahîm ji keriyê xwe heft berxên mê cuda kirin. 29Avîmelek jê pirsî û got: “Wateya van heft berxên mê yên ku te ji kerî qetandin çi ye?”
30Îbrahîm got: “Divê tu van heft berxên mê ji destê min qebûl bikî ku bibe şahidê kolandina vê bîrê.” 31Ji ber vê yekê ji wî cihî re Beêr-Şeva#21:31 Beêr-Şeva bi îbranî bîra heftan an bîra sondê ye. hat gotin. Çimkî herduyan li wê derê sond xwar.
32Piştî ku li Beêr-Şevayê peyman hat girêdan, Avîmelek û Pîxolê fermandarê artêşa wî vegeriyan welatê Filîstiyan. 33Îbrahîm li Beêr-Şevayê dargezek çand û li wê derê navê Xudan, Xwedayê Herheyî hilda. 34Îbrahîm demeke dirêj bi xerîbî li welatê Filîstiyan ma.
Currently Selected:
Destpêk 21: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.