Destpêk 35
35
Aqûbê Pêxember vegere Bêt-Êlê
1 #
Destpêk 28:11-17
Xwedê ji Aqûb re got: “Here hilkişe Bêt-Êlê û li wir bi cih bibe. Li wir ji Xwedê re gorîgehekê çêke. Çaxê ku tu ji ber birayê xwe Esaw reviyabûyî, Xwedê li wir li te xuya bû.”
2Aqûb ji maliyên xwe û ji hemû kesên li ba xwe re got: “Îlahên xwe yên xerîb ên ku bi we re ne bavêjin, xwe paqij bikin û cilên xwe biguherin. 3Werin em derkevin Bêt-Êlê. Ezê li wir ji wî Xwedayê ku di roja teng de bersiva min da û li her dera ku ez çûmê, ez bi tenê nehiştim re gorîgehekê çêkim.” 4Wan hemû îlahên xerîb ên bi xwe re û guharên xwe dan Aqûb û wî ew li bin darberûya li Şexemê veşartin. 5Wan bar kir û tirsa Xwedê bi ser bajarên bi der û dora wan ve hat û kesî neda pey wan.
6Aqûb û hemû kesên pê re hatin Lûza welatê Kenanê. Navekî din ê Bêt-Êlê jî Lûz bû. 7Li wir wî gorîgehek çêkir û navê wê “Êl-Bêt-Êl”#35:7 Êl-Bêt-Êl bi îbranî Xwedayê Mala Xwedê ye. danî. Çimkî çaxê ew ji ber birayê xwe reviyabû, Xwedê xwe li wê derê nîşanî wî dabû.
8Gava dadika Rebeqayê Debora mir, ew li bin darmaziya biniya Bêt-Êlê veşartin. Li ser vê yekê, navê darê Allon-Baxût#35:8 Allon-Baxût bi îbranîdarmaziya girînê ye. hat danîn.
9Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê vegeriya, Xwedê dîsa lê xuya bû û ew pîroz û bereket kir. 10#Destpêk 32:28Xwedê jê re got: “Navê te Aqûb e, lê ji niha pê ve wê ji te re nebêjin Aqûb, wê navê te Îsraêl be.” Bi vî awayî wî navê Îsraêl#35:10 Îsraêl bi îbranî bi Xwedê re gulaş digire ye. lê danî. 11#Destpêk 17:4-8Xwedê jê re got: “Ez Xwedayê Karîndar im. Zêde û berdar bibe. Wê ji te miletek û komeke miletan çêbe û tê bibî bavkalê padîşahan. 12Wî welatê ku min dabû Îbrahîm û Îshaq, ezê bidim te jî û piştî te ezê wî welatî bidim ziriyeta te.” 13Piştre Xwedê ji ba wî, ji wê dera ku pê re peyivîbû, hilkişiya jor. 14#Destpêk 28:18-19Aqûb li dera ku Xwedê pê re peyivîbû kêlikek çikand. Wî li ser zeyt û pêşkêşiya rijandinê rijandin. 15Aqûb navê wê dera ku Xwedê pê re peyivîbû Bêt-Êl#35:15 Bêt-Êl bi îbranî Mala Xwedê ye. danî.
Mirina Îshaqê Pêxember û Rahêla jina wî
16Piştre wan ji Bêt-Êlê bar kir. Hê negihîştibûn Efratê, Rahêlê zarok anî û êşeke mezin kişand. 17Gava Rahêlê di çaxê zarokanînê de êşeke mezin dikişand, pîrikê got: “Netirse, kurekî te yê din çêdibe.” 18Lê Rahêl li ber mirinê bû. Beriya ku bimire wê navê wî Ben-Onî#35:18 Ben-Onî bi îbranî kurê kedera min e danî. Lê bavê wî navê kurê xwe Binyamîn#35:18 Binyamîn bi îbranîkurê destê rastê ye. danî.
19Rahêl mir û li ser riya Efratê –ku Bêtlehem e– hat veşartin. 20Aqûb li ser gora Rahêlê kêlikek çikand û ev kêlik heta îro jî gora Rahêlê nîşan dide.
21Îsraêl dîsa bar kir û konê xwe li seriya Birca Êderê danî. 22Çaxê Îsraêl li wê herêmê dima, Rûbên çû û bi Bîlhaya cariyeya bavê xwe re raza. Dema Îsraêl ev bihîst, gelekî hêrs bû.
Duwanzdeh kurên Aqûb hebûn. 23Kurên ji Lêayê: Rûbênê nixuriyê Aqûb, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar û Zevûlon. 24Kurên ji Rahêlê: Ûsiv û Binyamîn. 25Kurên ji Bîlhaya cariyeya Rahêlê: Dan û Neftelî. 26Kurên ji Zîlpaya cariyeya Lêayê: Gad û Aşêr. Kurên Aqûb ên ku li Paddan-Aramê çêbûbûn, ew bûn.
27 #
Destpêk 13:18
Aqûb li Mamrê hat ba Îshaqê bavê xwe ku nêzîkî Qîryat-Arbayê bû û Îbrahîm û Îshaq bi xerîbî lê mabûn. Qîryat-Arba Hevron e. 28Îshaq sed û heştê sal kir. 29Ew kal bû û ji jiyanê têrbûyî wî ruhê xwe da, mir û gihîşt pêşiyên xwe. Kurên wî Esaw û Aqûb ew veşartin.
Currently Selected:
Destpêk 35: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.