Destpêk 44
44
Tasa zîvîn
1Ûsiv li keyayê mala xwe emir kir û got: “Barên van mirovan bi qasî ku ew bikarin hilgirin bi qût dagire û pereyê her yekî ji wan deyne ser devê tûrikê wî. 2Tasa min, tasa zîvîn, bixe tûrikê kesê herî biçûk û pereyê genimê wî jî deyne wir.” Keya bi gotina Ûsiv kir.
3Serê sibê zû, zilam li kerê xwe siwar bûn û dane rê. 4Hê ew ji bajêr dûr neketibûn Ûsiv ji keyayê xwe re got: “Rabe, bide pey wan û çaxê tu gihîştî wan, ji wan re bêje: ‘We çima ji ber qenciyê xerabî kir? 5Ma ev ne tasa malxweyê min e ku pê vedixwe û pê li falê dinêre? Ev tiştê we kir xerab e.’” 6Çaxê keya gihîşt wan, wî ev gotin ji wan re got.
7Lê wan jê re got: “Ezbenî tu çima wiha dibêjî? Xwedê neke! Xulamên te tiştên wiha nakin. 8Tu jî zanî me pereyên ku di barên xwe de dîtin, ji welatê Kenanê anî û li te vegerandin. Çawa emê ji mala xweyê te zêr an zîvan bidizin? 9Tas bi kê re bê dîtin, bila bê kuştin û yên mayî jî bila bibin koleyên xweyê min.”
10Keya got: “Baş e, we çawa got bila wisa be! Tas bi kê re bê dîtin, bila bibe koleyê min û yên mayîn bêsûc bên dîtin.” 11Hemûyan bi lez tûrikên xwe danîn erdê û vekirin. 12Keya ji yê mezin destpê kir û heta yê biçûk li tûrikên hemûyan geriya. Tas di tûrikê Binyamîn de derket. 13Li ser vê yekê birayên wî cilên xwe çirandin, paşê her yekî kerê xwe bar kir û dîsa vegeriyan bajêr.
14Çaxê Cihûda û birayên wî hatin mala Ûsiv, ew hê li malê bû. Xwe avêtin ber lingên wî. 15Ûsiv ji wan re got: “Ev çi ye ku we kiriye? Ma we nizanibû ku kesekî wekî min dikare tiştan bi falê bibîne?”
16Cihûda got: “Ezbenî ka em çi bibêjin? Em çawa dikarin xwe bêsûc derxin? Xwedê sûcê xulamên te derxist. Niha em koleyên xweyê xwe ne. Em û yê ku tas pê re hat dîtin.”
17Lê Ûsiv got: “Haşa! Bila dûrî min be! Tenê yê ku tas pê re hat dîtin, wê bibe koleyê min. Lê hûn bi xêr û silamet vegerin ba bavê xwe.”
Cihûdayê Pêxember ji bo Binyamînê birayê xwe lava dike
18Cihûda nêzîk bû û got: “Ezbenî lava dikim destûr bide ez gotinekê bêjim. Bila hêrsa te li ser xulamê te ranebe. Çimkî tu yekî wek Firewn î. 19Xweyê me ji xulamê xwe pirs kiribû: ‘Ma bavê we û birayên we yên din hene?’ 20Me jî, ji xweyê xwe re gotibû: ‘Bavê me yê kal û kurekî wî yê ciwan ê ku di kalîtiya wî de jê re çêbûye heye. Birayê wî mir û ew kurê diya xwe yê yekta ye. Bavê wî pir jê hez dike.’
21“Te ji xulamên xwe re got: ‘Wî ji min re bînin, ez dixwazim wî bi çavê xwe bibînim.’ 22Me ji xweyê xwe re got: ‘Kurik nikare ji bavê xwe veqete. Heke ew jê veqete, wê bavê wî bimire.’ 23Lê te ji me re, ji xulamên xwe re got: ‘Heta ku birayê we yê biçûk bi we re neyê, hûn careke din rûyê min nabînin.’
24“Çaxê em zivirîn ba xulamê te bavê xwe, me gotinên xweyê xwe jê re gotin. 25Gava bavê me got: ‘Dîsa herin û hinek qûtê din ji me re bikirin,’ 26me got: ‘Em nikarin herin. Lê heke birayê me yê biçûk bi me re bê, emê herin. Heta ku birayê me yê biçûk bi me re neyê, em nikarin rûyê zilam bibînin.’
27“Xulamê te, bavê me ji me re got: ‘Hûn dizanin ku jina min ji min re du kur anîn. 28Yek ji ba min çû û min got: Bêguman ew hatiye perçekirin. Heta niha min ew nedîtiye. 29Heke hûn vî jî, ji min bistînin û zirar bigihîje wî, hûnê porê min ê spî bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikin.’
30“Niha, gava em vegerin ba bavê minê xulamê te û kurik ne bi me re be, bavê min ê ku dilê wî bi kurik ve ye, 31bibîne kurik ne bi me re ye, wê bimire. Wî çaxî ezê bavê me, bi porê wî yê spî, bi kul û keder berjêrî diyarê miriyan bikim. 32Ezxulam! Ez ji kurik re bûm kefîl û min ji bavê xwe re got: ‘Heke ez wî ji te re neyînim, heta ku ez hebim ezê xwe li dijî te sûcdar bihesibînim.’
33“Ez ji te lava dikim ezxulam, bihêle ku ez di cihê kurik de li vir bimînim û ji xweyê xwe re bibim kole. Bila kurik bi birayên xwe re here. 34Heke kurik ne bi min re be, ezê çawa vegerim ba bavê xwe? Ez nikarim vê xerabiyê li bavê xwe bikim û bi çavê serê xwe bibînim.”
Currently Selected:
Destpêk 44: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.