Destpêk 45
45
Ûsivê Pêxember xwe eşkere dike
1 #
Karên Şandiyan 7:13
Ûsiv êdî xwe ranegirt û li rûyê hemû kesên wê derê qîriya û got: “Her kesî ji ba min derxin!” Çaxê ku Ûsiv xwe ji birayên xwe re eşkere kir, kes li ba wî tunebû. 2Ew wisa bi dengê bilind giriya ku Misriyan bihîst û Mala Firewn jê haydar bû.
3Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez Ûsiv im! Ma bavê min hê jî dijî?” Lê birayên wî nikaribûn bersiva wî bidin. Çimkî li ber wî bûbûn kevir û mabûn.
4Ûsiv ji birayên xwe re got: “Nêzîkî min bibin.” Çaxê ew nêzîk bûn, wî got: “Ez birayê we Ûsiv im! Ewê ku we ew firot Misriyan! 5Niha ji ber ku we ez firotim, li ber xwe nekevin û bila li zora we neçe. Çimkî ji bo parastina jiyanê, Xwedê ez li pêşiya we şandim. 6Ev du sal e ku li welêt xela heye. Wê hê pênc salên din jî çandin û çinîn çênebe. 7Lê Xwedê ez li pêşiya we şandim ku li ser rûyê erdê ziriyeta we biparêze û jiyana we bi serfirazî rizgar bike. 8Ji ber vê yekê, kesên ku ez şandim vir ne hûn in, lê Xwedê ye. Wî ez ji Firewn re kirim bav, li ser qesra wî xweyî û ji seranserê welatê Misrê re kirim serwer. 9#Karên Şandiyan 7:14Niha bilezînin herin ba bavê min û jê re bêjin: ‘Kurê te Ûsiv wiha dibêje: Xwedê ez kirim xweyê tevahiya Misrê. Paşê lez bike were, dereng nemîne. 10Tê li herêma Goşenê rûnî. Tu, kurên te, neviyên te, pez û dewarên te, her tiştê te, hûnê li nêzîkî min bin. 11Ezê li wê derê te xweyî bikim. Çimkî wê xela hê pênc salên din bidome. An na tu, mala te û her tiştê te, wê perîşan bibin.’
12“Va ye, hûn bi çavê xwe û birayê min Binyamîn jî bi çavê xwe dibîne, bi rastî jî yê ku dipeyive ez im. 13Hemû rûmeta ku li Misrê didin min û her tiştê ku we dîtiye, ji bavê min re bêjin. Bi lez bavê min bînin vir.”
14Wî xwe avêt stûyê Binyamîn û giriya. Binyamîn jî bi girîn ew hembêz kir. 15Çû rûyê hemû birayên xwe û bi ser wan de giriya. Piştre birayên wî pê re peyivîn.
16Gava ev xeber gihîşt Firewn ku birayên Ûsiv hatine, Firewn û karmendên wî kêfxweş bûn. 17Firewn ji Ûsiv re got: “Ji birayên xwe re bêje: ‘Bila heywanên xwe bar bikin û herin welatê Kenanê. 18Bila bavê xwe û malbata xwe bînin vir, ba min. Ezê axa herî baş a welatê Misrê bidim we û hûnê ji xêr û bereketa welêt bixwin.’ 19Fermana min li te, tu vê jî bêjî: ‘Ji bo anîna jin û zarokên xwe ji Misrê erebeyan bibin û bavê xwe jî bînin vir. 20Bila çavê we li pey hebûna we nemîne, çimkî her tiştê qenc ê seranserê welatê Misrê wê bibe yê we.’”
21Kurên Îsraêl ev yek kirin. Çawa ku Firewn emir kiribû, Ûsiv erebe û nanê rê da wan. 22Destek kinc jî da her yekî ji wan. Lê sê sed perçe zîv û pênc dest kinc da Binyamîn. 23Bi vî awayî wî ji bavê xwe re, ji tiştên herî baş ên Misrê deh kerên barkirî û ji bo rêwîtiyê deh makerên bi genim, nan û xurekên din şandin. 24Wî birayên xwe bi rê kirin û li ser rê ji wan re got: “Di rê de şerê hev nekin.”
25Ew ji Misrê derketin û hatin welatê Kenanê ba Aqûbê bavê xwe. 26Wan ji bavê xwe re got: “Ûsiv hê jî dijî! Ew serwerê seranserê welatê Misrê ye.” Aqûb di cihê xwe de sar bû, çimkî wî ji wan bawer nedikir. 27Lê gava wan behsa hemû tiştên ku Ûsiv ji wan re gotine kir û erebeyên ku şandibûn pey wî dîtin, bêhna wî fireh bû. 28Îsraêl got: “Min bawer kir! Kurê min Ûsiv hê jî dijî. Beriya ku ez bimirim, ezê herim wî bibînim.”
Currently Selected:
Destpêk 45: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

: