Destpêk 46
46
Aqûbê Pêxember diçe Misrê
1Îsraêl bi her tiştê xwe re bi rê ket. Gava gihîşt Beêr-Şevayê, wî qurban ji Xwedayê bavê xwe Îshaq re serjê kirin. 2Wê şevê Xwedê di xewnê de bi Îsraêl re peyivî û got: “Aqûb, Aqûb!”
Aqûb got: “Belê ezbenî!”
3Xwedê got: “Ez Xwedê me, Xwedayê bavê te. Ji çûna Misrê netirse, çimkî ezê li wê derê ziriyeta te bikim miletekî mezin. 4Ezê bi te re werim Misrê û dîsa te vegerînim. Çaxê tu bimirî, wê Ûsiv li ber serê te be.”
5Aqûb ji Beêr-Şevayê derket. Kurên Îsraêl bavê xwe Aqûb, zarokên xwe û jinên xwe hildan û li erebeyên ku Firewn ji bo wan şandibûn siwar kirin. 6#Karên Şandiyan 7:15Aqûb hemû maliyên xwe, heywanên xwe û her tiştê ku li welatê Kenanê kar kiribû hildan û çû Misrê. 7Wî bi xwe re kurên xwe, keçên xwe, neviyên xwe, hemû ziriyeta xwe, anîn Misrê.
8Navê kurên Îsraêl, ango Aqûb ên ku çûn Misrê ev in: Rûbên nixuriyê Aqûb. 9Kurên Rûbên: Henox, Pallû, Hesron û Karmî. 10Kurên Şimûn: Yemûêl, Yamîn, Ohad, Yaxîn, Sohar û kurê jineke Kenanî Şawûl. 11Kurên Lêwî: Gêrşon, Qohat û Mêrarî. 12Kurên Cihûda: Êr, Onan, Şêla, Peres û Zerah. Lê Êr û Onan li welatê Kenanê miribûn. Kurên Peres: Hesron û Hamûl. 13Kurên Îssexar: Tola, Pûwa, Yov û Şîmron. 14Kurên Zevûlon: Serêd, Elon û Yahleyêl. 15Lêa ev kur û keça xwe Dînayê li Paddan-Aramê ji Aqûb re anîbûn. Kur û keçên Aqûb li ser hev sî û sisê bûn. 16Kurên Gad: Sîfyon, Haggî, Şûnî, Esbon, Êrî, Arodî û Arêlî. 17Kurên Aşêr: Yîmna, Yîşwa, Yîşwî, Beriya û xwişka wan Serah. Kurên Beriya: Hever û Malkiyêl. 18Ev kur, ji Zîlpayê ya ku Lavan dabû keça xwe Lêayê ji Aqûb re çêbûbûn. Ev li ser hev şanzdeh kes bûn. 19Kurên Rahêla jina Aqûb: Ûsiv û Binyamîn. 20#Destpêk 41:50-52Herdu kurên Ûsiv, Minaşşe û Efrayîm, li welatê Misrê ji Asenata keça Potîfera yê kahinê bajarê Onê#46:20 Navê bajarê Onê yê din Helîopolîs e. çêbûn. 21Kurên Binyamîn: Bela, Bexer, Aşbêl, Gêra, Naeman, Êhî, Roş, Muppîm, Huppîm û Ard. 22Rahêlê ev herdu ji Aqûb re anîbûn. Hemû li ser hev çardeh kes bûn. 23Kurê Dan: Huşîm. 24Kurên Neftelî: Yahseyêl, Gûnî, Yêser û Şîllêm. 25Ev kurên Bîlhayê bûn a ku Lavan dabû keça xwe Rahêlê. Hemû li ser hev heft kur ji Aqûb re anîbûn.
Malbata Aqûbê Pêxember li Goşenê bi cih dibe
26Kesên ku bi ziriyeta Aqûb re çûn Misrê, jinên kurên wî ne tê de, tevahiya yên ku rast jê çêbûbûn şêst û şeş kes bûn. 27#Karên Şandiyan 7:14Bi herdu kurên Ûsiv ên ku li Misrê çêbûbûn, hejmara Mala Aqûb a ku çûn Misrê li ser hev heftê kes bûn.
28Aqûb, Cihûda li pêşiya xwe şand ba Ûsiv ku riya Goşenê nîşan bide. Gava ew gihîştin Goşenê, 29Ûsiv erebeya xwe amade kir û çû Goşenê pêşiya bavê xwe Îsraêl. Wî çawa bavê xwe dît, xwe avêt stûyê wî û demeke dirêj giriya.
30Îsraêl ji Ûsiv re got: “Piştî ku min bi çavê xwe dît ku tu dijî, êdî ez bimirim jî ne xem e.”
31Ûsiv ji birayên xwe û ji malbata bavê xwe re got: “Ezê rabim hevraz bim û ji Firewn re bêjim: ‘Birayên min û malbata bavê min ên ku li welatê Kenanê rûniştibûn, hatin ba min. 32Ew şivan in û xweyê keriyan in. Wan pezên xwe, dewarên xwe û her tiştê xwe anîne.’ 33Firewn wê gazî we bike û bipirse: ‘Hûn çi karî dikin?’ 34Wê gavê hûnê bêjin: ‘Em xulamên te, ji zarokatiya xwe ve, wekî bav û kalan xweyî pez in.’ Wê ji we re destûr bê dayîn ku hûn li herêma Goşenê bi cih bibin. Çimkî şivantî li ba Misriyan kirêt e.”
Currently Selected:
Destpêk 46: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

: