Destpêk 47
47
1Ûsiv çû û ji Firewn re got: “Bav û birayên min, tevî pez û dewarên xwe û her tiştê xwe ve ji welatê Kenanê hatin û niha li herêma Goşenê ne.” 2Wî ji nav birayên xwe pênc kes hilda û birin dîwana Firewn.
3Firewn ji birayên Ûsiv pirsî: “Hûn çi karî dikin?”
Ji Firewn re got: “Em xulamên te ji bav û kalan ve şivan in. 4Em hatin ku li vî welatî bi xerîbî bimînin. Çimkî li welatê Kenanê xelayeke giran heye û ji bo pezê me çêre tuneye. Niha, ji kerema xwe destûrê bide van xulamên xwe ku em li herêma Goşenê bi cih bibin.”
5Firewn ji Ûsiv re got: “Bav û birayên te hatin ba te. 6Diyarê Misrê li ber te ye. Bav û birayên xwe li dera herî baş a welêt bi cih bike. Bila li herêma Goşenê rûnin. Heke di nav wan de yên jêhatî hebin, wan li ser pez û dewarê min bike serkar.”
7Piştre Ûsiv bavê xwe Aqûb anî û derxist dîwana Firewn. Aqûb Firewn pîroz kir. 8Firewn jê pirsî û got: “Tu çend salî yî?”
9Aqûb ji Firewn re got: “Salên min ên xerîbiyê sed û sî ne. Salên min zû û zor derbas bûn. Bi qasî salên bav û kalên min ên xerîbiyê dom nekir.” 10Aqûb Firewn pîroz kir û ji dîwana wî derket.
11Ûsiv bav û birayên xwe li welatê Misrê bi cih kirin û çawa ku Firewn emir kiribû, li dera herî baş a welêt, li herêma Ramsêsê milk da wan. 12Ûsiv li gorî hejmara wan, bavê xwe, birayên xwe û hemû malbata bavê xwe xweyî kirin.
Kirinên Ûsivê Pêxember li ser xelayê
13Xela wisa giran bû ku li tevahiya welêt nan nema. Diyarên Misir û Kenanê ji ber xelayê şikestibûn. 14Ûsiv hemû pereyê ku li diyarên Misrê û Kenanê hebû, bi firotina genim civand û bir qesra Firewn. 15Çaxê pereyê xelkên welatên Misir û Kenanê qediya, hemû Misrî hatin ba Ûsiv. Wan jê re got: “Nan bide me. Ma em li ber çavê te bimirin? Pereyê me nema.”
16Ûsiv ji wan re got: “Heke pereyê we nemaye, pezê xwe bînin. Ezê di ber pezê we de genim bidim we.” 17Bi vî awayî wan heywanên xwe ji Ûsiv re anîn. Ûsiv beramberî hesp, pez, dewar û kerên wan, xwarin da wan. Wî, wê salê di ber hemû heywanên wan de nan da wan.
18Piştî ku ew sal derbas bû, sala diduyan dîsa hatin ba Ûsiv. Wan got: “Em nikarin ji xweyê xwe veşêrin ku pereyê me nemaye û heywanên me jî bûne yên te. Canê me û zeviyên me ne tê de, tiştekî ku em bidin xweyê xwe nemaye. 19Ma em li ber çavê te bimirin? Çima axa me bibe çol? Me û zeviyên me di ber xwarinê de bikire. Em bibin koleyên Firewn û zeviyên me jî bibin ên wî. Tov bide me ku em bijîn û nemirin. Zevî nebin çol.”
20Bi vî awayî Ûsiv hemû axa Misrê ji bo Firewn kirî. Hemû Misriyan zeviyên xwe firotin. Çimkî xela ji bo wan pir giran bû. Ax bû ya Firewn. 21Ûsiv ji serekî Misrê heta serê din, tevahiya gelê Misrê kir kole#47:21 Nivîsên Septûagînt û Tewrata Sameryayiyan: Kir kole. Nivîsa Masoriyan: Ajot bajaran.. 22Wî tenê erdê kahinan nekirî. Çimkî wan bi pergal ji Firewn tayîn distand û ji tayîna ku Firewn dida wan, têra xwarina wan dikir. Ji ber vê yekê wan axa xwe nefirotin.
23Ûsiv ji gel re got: “Niha îro min hûn û axa we jî, ji Firewn re kirî. Va ye ji we re tov, axê bajon! 24Çaxê hûn dexlê xwe kom bikin, ji pêncan yekî bidin Firewn. Lê ji pêncan çarên din jî, ji bo tovê zeviyan û ji bo xwarina xwe, maliyên xwe û zarokên xwe hilînin.”
25Wan got: “Te canê me rizgar kir. Heke dilê xweyê me bi me xweş be, emê bibin koleyên Firewn.”
26Ûsiv ev yek li Misrê kir qanûn. Heta îro jî, ji pêncan yek ya Firewn e. Tenê axa kahinan nebû ya Firewn.
Rojên dawî yên Aqûbê Pêxember
27Îsraêl li welatê Misrê, li herêma Goşenê bi cih bû. Ew li wê derê bûn xweyî milk, berdar bûn û gelek zêde bûn.
28Aqûb li welatê Misrê hivdeh sal ma. Emrê wî sed û çil û heft sal bû. 29Çaxê rojên mirina wî nêzîk bûn, wî gazî kurê xwe Ûsiv kir û jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, destê xwe deyne ser ranê min#47:29 Dibe ku destê xwe deyne ser ranê min bê wateya sozdanê. Binêre: Destpêk 49:29-32; 50:6 û soz bide ku tê qencî û dilsoziyê nîşanî min bidî. Min li Misrê veneşêre. 30Kengê ez gihîştim bav û kalên xwe, min ji Misrê derîne û li ba wan veşêre.”
Ûsiv got: “Ezê wekî gotina te bikim.”
31 #
Îbranî 11:21
Îsraêl got: “De ka sond bixwe.” Ûsiv sond xwar. Îsraêl xwe tewand û li ser nivînên xwe perizî Xwedê.
Currently Selected:
Destpêk 47: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.