YouVersion Logo
Search Icon

Kʼarêd Şandîya 1

1
Bona Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî
(Lûqa 24:49)
1Tʼêyofîloyê xweyîqedir, min kʼitêba xweye pêşinda#1:1 Lûqa 1:1-4. derheqa wan hʼemû tiştada nivîsî, çi ku Îsa kir û hîn kir, ji sêrîda 2hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir. 3Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida. 4Carekê gava Ewî tʼevî wan nan dixwar, tʼemî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernekʼevin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona kʼîjanî we ji Min bihîst#1:4 Lûqa 24:49. . 5Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê»#1:5 Metta 3:11; Marqos 1:8; Lûqa 3:16; Yûhʼenna 1:33. .
Jorhilatina Îsa
(Marqos 16:19-20; Lûqa 24:50-53)
6Gava şagirt hevrʼa cîkî bûn, ji Îsa pirsîn û gotinê: «Xudan, vî zemanîda Tê Pʼadşatîya Îsraêlê li wan vegerʼînî?» 7Ewî li wan vegerʼand û got: «Ew ne îşê we ye ku hûn wan wext û zemana bizanibin yêd ku Bavê bi hʼukumê Xwe kʼifş kirine. 8Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min»#1:8 Metta 28:19; Marqos 16:15; Lûqa 24:47-48. . 9Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart#1:9 Marqos 16:19; Lûqa 24:50-51. .
10Ew hê zûrʼ bibûn li çûyîna Wîye eʼzmên dinihêrʼîn, va du merivêd kʼincsipî cem wan sekinîn 11û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».
Bijartina Matîyo dewsa Cihûdayê Îsxeryotî
(Metta 27:3-10)
12Hingê ewana ji çʼîyayê Zeytʼûnê vegerʼîyane Orşelîmê, ku rʼîya rʼojeke şemîyê#1:12 Bi gotineke din: «Kîlomêtirekê». dûrî Orşelîmê bû. 13Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman#1:13 Metta 10:2-4; Marqos 3:16-19; Lûqa 6:14-16. . 14Van hʼemûya her gav hevrʼa tʼevî kʼulfeta û Meryema dîya Îsa û birayêd Wî dua dikirin.
15Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got: 16«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin. 17Ew tʼevî me nav hʼesabê meda bû û pʼara wî jî nava vî qulixîda bû».
18(Ewî bi heqê kirê xweyî neheq eʼrdek stand û li wir ser sêrî kʼet, zik lê qelişî dil-hʼinavê wî hʼemû rʼijîyan. 19Eva yeka hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan bû, hʼeta bi zimanê xwe jî wî eʼrdîrʼa Heqildima gotin, awa gotî «Eʼrdê xûnê».)#1:19 Metta 27:3-8.
20Petrûs dûmayî kir got: «Çawa kʼitêba Zebûrada jî nivîsar e:
‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne›#1:20 Zebûr 69:25.
û:
‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne›#1:20 Zebûr 109:8. .
21Awa gerekê yek ji wan mêra be, kʼîjan ku tʼemamîya wî wextî tʼevî me bûne gava Xudan Îsa tʼevî me diçû dihat, 22ji nixumandina Yûhʼennada girtî hʼeta wê rʼoja ku Ew ji nav me berbi eʼzmên hate hilatinê. Ew gerekê tʼevî me bibe şeʼdê rʼabûna Wîye ji mirinê».
23Du merî dane sekinandinê, yek Ûsivê ku jêrʼa Barsabo digotin (ku navê wî danîbûn Yûsto) û yê din Matîyo. 24Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê, 25wekî evî qulixê şandîtîyê bistîne, ji kʼîjanî Cihûda jê kʼet ku herʼe cîyê xwe». 26Pʼeşk ser wan avîtin, pʼara Matîyo kʼet û ew ser hʼesabê yanzdeh şandîyada zêde bû.

Currently Selected:

Kʼarêd Şandîya 1: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in