Kʼarêd Şandîya 2
2
Hatina Rʼuhʼê Pîroz Rʼoja Pêncîye hʼesabda
1Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat#2:1 Qanûna Kʼahîntîyê 23:15-21; Qanûna Ducarî 16:9-11. , hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn. 2Nişkêva ji eʼzmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat û tʼemamîya wê mala ku têda rʼûniştibûn tʼijî kir. 3Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.
5Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav hʼemû miletêd bin pʼerʼê eʼzmênda hatibûn. 6Gava ew deng hat, cimeʼteke giran civîya û tʼevîhev bû, çimkî dibihîstin ku ewana bi zimanêd wan her yekî xeber didan 7û hʼeyr-hʼujmekʼar, zendegirtî mayî digotin: «Ev hʼemûyêd ku xeber didin ne ji Celîlê ne? 8Lê çawa ji me her yek wî zimanî dibihê, yê ku em navda dinê kʼetine? 9Partoyî, medî, eʼlamî, binelîyêd Mesopotamyayê, Cihûstanê, Kepedokyayê, Pontosê, Asyayê#2:9 Wî çaxî «Asya» kêm û zêde weke Tʼirkya îroyîn nas dikirin. , 10Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Rʼomê hatî, 11cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û eʼreb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin». 12Hʼemûya hʼeyr-hʼujmekʼar şaşmayî hevdurʼa digotin: «Ev çi hʼewal e?» 13Lê hineka jî qerfê xwe dikirin û digotin: «Pê şerava nû serxweş bûne».
Dannasînîya Petrûse pey hatina Rʼuhʼê Pîrozrʼa
14Hingê Petrûs tʼevî her yanzdeha rʼabû dengê xwe hilda û cimeʼtêrʼa got: «Gelî cihûya û hʼemûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva eʼyan be û guh bidine xeberêd min. 15Evana ne serxweş in, çawa ku hûn difikirin, hê sibeh zû sihʼet nehe ye#2:15 Cihûya li gora eʼdetê xwe serê sibê nan nedixwarin hʼeta sihʼeta neha pey duarʼa. . 16Lê eva ew yek e, çi ku Yoêl pʼêxember gotîye:
17‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be:
Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim,
kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin,
cahilêd weyê dîtinoka bibînin
û kal-pîrêd weyê jî xewna.
18Belê, Ezê wan rʼojada Rʼuhʼê Xwe ser xulam û carîyêd Xweda jî bibarînim
û wê pʼêxembertîyê bikin.
19Jor li eʼzmên
tiştêd eʼcêbmayî bidime kʼifşê
û jêr ser eʼrdê jî nîşana,
xûn û agir, dû û dûxan.
20Rʼoyê biqare
û hîvê jî sor be mîna xûnê,
hê berî hatina Rʼoja Xudane mezin û nave nîşan.
21Û wê usa be, her kesê ku gazî navê Xudan ke wê xilaz be›#2:21 Yoêl 2:28-32. .
22Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin. 23Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt#2:23 Metta 27:35; Marqos 15:24; Lûqa 23:33; Yûhʼenna 19:18. . 24Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira#2:24 Metta 28:5-6; Marqos 16:6; Lûqa 24:5. . 25Dawid bona Wî dibêje:
‹Min tʼimê Xudan pêşîya xwe didît,
çimkî Ew li alîyê minî rʼastê ye, ku ez nelikʼumim.
26Bona wê yekê dilê min şa bû,
zimanê min jî ji eşqa nesekinî,
bedena mine mirî jî wê bi guman bijî,
27çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî,
ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize.
28Te rʼîyêd eʼmir minva eʼyan kirin
û Tê şabûna dîndara Xweva min tʼijî kî›#2:28 Zebûr 16:8-11. .
29Gelî bira! Hʼewce ye ku ez aşkere bona Dawidê baveʼşîr werʼa bêjim, ku ew mir defin kirin, tʼirba wî hʼeta rʼoja îro jî nava meda ye. 30Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî#2:30 Pʼadşatî IV, 7:12-13; Zebûr 132:11. . 31Ewî ev yek hê pêşda dît û bona rʼabûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê birʼize#2:31 Zebûr 16:10. . 32Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne. 33Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên. 34Rʼast e Dawid neçûbû eʼzmana, lê wî xwexa ev yek got:
‹Xudan gote Xudanê min,
kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê,
35hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›#2:35 Zebûr 110:1. .
36Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».
37Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?» 38Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin. 39Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».
40Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi meʼrîfetî tʼemî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin». 41Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn. 42Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin#2:42 Li vê derê tê feʼmkirinê, ku bawermenda pêşîyê nan dixwar, paşê Şîva Xudan derbaz dikirin. û dua dikirin.
Eʼmirê bawermenda
43Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn. 44Hʼemû bawermend hevrʼa bûn û her tiştêd wan yek bû. 45Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin. 46Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin, 47şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.
Currently Selected:
Kʼarêd Şandîya 2: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: