YouVersion Logo
Search Icon

Kʼarêd Şandîya 3

3
Qencbûna yê nigada seqet pʼaristgehêda
1Carekê Petrûs û Yûhʼenna wextê duayê sihʼeta sisîya hildikʼişîyane pʼaristgehê. 2Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her rʼoj danîn ber dergehê pʼaristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine pʼaristgehê pʼars kira. 3Evî ku dît Petrûs û Yûhʼenna dikʼevine pʼaristgehê, lava wan kir ku pʼarsê bidinê. 4Petrûs tʼevî Yûhʼenna li wî nihêrʼî û gotê: «Li me binihêrʼe!» 5Ewî jî li wan nihêrʼî û çʼeʼvê wî lê bû, ku wê tiştekî ji wan bistîne. 6Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe». 7Destê wîyî rʼastê girt rʼakir, pêrʼa-pêrʼa qudûmê çoka û gûzekêd wî şidîyan. 8Ewî banzda ser xwe sekinî, destpêkir gerʼîya û tʼevî wan kʼete pʼaristgehê digerʼîya, banzdida û şikirî dida Xwedê. 9Gava tʼemamîya cimeʼtê dît ku ew digerʼe û şikirîyê dide Xwedê, 10nas kirin ku ew e, yê ku bona pʼarsê ber dergehê pʼaristgehêyî Bedew rʼûdinişt û bona tiştê ku tʼevî wî qewimî zendegirtî mabûn û dihʼeyîrîn.
Petrûs hêwangeha Silêmanda dannasîn dike
11Evî ku Petrûs û Yûhʼenna berʼnedidan, tʼemamîya cimeʼtê eʼcêbmayî berbirʼî wan bezî, hʼeta wî cîyê ku jêrʼa digotin hêwangeha Silêman. 12Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê? 13Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir#3:13 Derkʼetin 3:14-15. . We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde. 14We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê#3:14 Lûqa 23:13-23. . 15We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne. 16Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, kʼîjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber çʼeʼvê we hʼemûya sax-silamet kir.
17Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye. 18Lê Xwedê çawa berî vê yekê bi devê hʼemû pʼêxembera bona cefê Mesîhê Xwe gotibû, usa jî kir. 19Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê. 20Hingê wextêd jîyîndarîyê ji hʼizûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we kʼifş kirîye. 21Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke#3:21 Aha jî tê feʼmkirinê: «Hʼeta ku Xwedê her tiştî bîne sêrî», awa gotî her tiştêd ku bi devê pʼêxembera derheqa Îsa Mesîhda hatine gotinê. , çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû. 22Belê Mûsa got: ‹Xudan Xwedêyê we wê ji nav birayêd weda Pʼêxemberekî mîna min werʼa derxe. Her çi ku werʼa bêje, gerekê hûn guhdarîya Wî bikin. 23Her kʼî ku guhdarîya Wî pʼêxemberî neke, ji nav cimeʼtê wê bê qetandin û undakirinê›#3:23 Qanûna Ducarî 18:15, 18, 19. . 24Û hʼemû pʼêxembera jî, ji Samûêl girtî û yêd peyrʼa çi ku gotine, bona van rʼoja xeber dane. 25Hûn mîratʼxurêd pʼêxembera û wê peymanê ne, ya ku Xwedê tʼevî kal-bavêd we#3:25 Nav hinek destnivîsarada dewsa «we» «me» heye. girêda. Ewî gote Birahîm: ‹Bi zurʼeta te ezê dua hʼemû miletêd dinyayê bikim›#3:25 Destpêbûn 22:18; 26:4. . 26Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».

Currently Selected:

Kʼarêd Şandîya 3: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in