YouVersion Logo
Search Icon

Kʼarêd Şandîya 4

4
Petrûs û Yûhʼenna li ber civîna giregira
1Petrûs û Yûhʼenna hê cimeʼtêrʼa xeber didan, kʼahîna û serwêrê nobedarêd pʼaristgehê tʼevî sadûqîya ser wanda girtin. 2Ewana aciz bibûn, çimkî wana cimeʼt hîn dikir, ku Îsa ji mirinê rʼabûye, îzbat dikirin ku mirîyê rʼabin. 3Ew girtin kirine kelê hʼeta rʼoja dinê, çimkî îdî êvar bû. 4Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.
5Rʼoja dinê serwêr, rʼûspî û qanûnzan civîyane Orşelîmê. 6Henanê serekkʼahîn, Qeyafa, Yûhʼenna, Skender û hʼemûyêd mayîne ji xûn-qinêta serekkʼahîn jî li wir bûn, 7Petrûs û Yûhʼenna nava xweda dane sekinandinê û pirsîn: «We bi çi qewatê yan bi çi navî ev yeka kir?» 8Wê demê Petrûs bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî wanarʼa got: «Gelî serwêrêd cimeʼtê û rʼûspîya! 9Heger hûn îro bona vê qencîya ku vî seqetîrʼa bû ji me dipirsin, ku ew çawa qenc bûye, 10bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir. 11Ew e ‹Ew kevirê ku ji we hosta hate bêrʼûmetkirinê û bû serê eʼnîşkê›#4:11 Zebûr 118:22. . 12Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».
13Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne. 14Lê ew merivê qencbûyî ku tʼevî wan sekinî dîtin û nikaribûn tiştek bigotana. 15Hingê eʼmirî li wan kirin, ku ew ji civîna giregira derên û hevrʼa şêwirîn, 16gotin: «Em van meriva çawa bikin? Çimkî hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan e ku bi destê van kʼeremeteke berbiçʼeʼv bû û em nikarin înkʼar kin. 17Lê wekî nava cimeʼtêda hê bela nebe, em gefê li wan bixwin, ku tʼu car bi Wî Navî kesîrʼa xeber nedin».
18Dîsa gazî wan kirin, tʼemî dane wan, ku tʼu car bi navê Îsa xeber nedin û hîn nekin. 19Lê Petrûs û Yûhʼenna li wan vegerʼandin û gotin: «Kʼa hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rʼast e ku em gurʼa we bikin, ne ya Xwedê? 20Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî». 21Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê. 22Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû.
Duayê bawermenda
23Gava Petrûs û Yûhʼenna hatine berʼdanê, ew çûne cem kʼoma xwe û wanrʼa her tişt gilî kirin, çi ku serekêd kʼahîn û rʼûspîya wanarʼa gotibûn. 24Wana jî gava bihîst, hevrʼa dengê xwe hildan gazî Xwedê kirin û gotin: «Ya Xweyî, Eʼfirandarê eʼrd û eʼzmên, beʼrê û hʼemûyêd nav wanda#4:24 Derkʼetin 20:11; Nehemîya 9:6; Zebûr 146:6. , 25Te bi Rʼuhʼê Pîroz pê devê bavê me, berdestîyê Xwe Dawid got:
‹Çima necihû qilqilîn û milet jî bona tiştêd pʼûçʼ fikirîn?
26Pʼadşêd dinyayê hazir sekinîn û serwêr hevrʼa miqabilî Xudan û Mesîhê Wî civîyan›#4:26 Zebûr 2:1-2. .
27Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan#4:27 Metta 27:1-2; Marqos 15:1; Lûqa 23:1-11; Yûhʼenna 18:28-29. , 28wekî wan tişta bikin, çi ku Te hê berêda anegorî qewat û eʼmirê Xwe kʼifş kiribû bibin. 29Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din, 30destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin». 31Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.
Her tiştê bawermenda yek bû
32Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû. 33Şandîya bi qewata zor şeʼdetîya mirin-rʼabûna Xudan Îsa didan û kʼeremeke mezin ser wan hʼemûya bû. 34Nava wanda tʼu kes hʼewcê tiştekî nîbû. Ewêd ku xweyê eʼrda yan mala bûn, difirotin û qîmetê wan tiştêd firotî danîn 35ber pʼîyêd şandîya dadanîn û wana jî kʼêrʼa çi lazim bûya bela dikirin. 36Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê#4:36 Navê «Barnabas» bi zimanê aramî xeber bi xeber: «Kurʼê Dildayînê». Aha tê feʼmkirinê: «Yê ku dil dida ber însên». », 37eʼrdekî wî hebû firot, qîmetê wî anî ber pʼîyêd şandîya danî.

Currently Selected:

Kʼarêd Şandîya 4: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

Video for Kʼarêd Şandîya 4