Kʼarêd Şandîya 5
5
Gunê Hananîya û Safêrîyayê
1Lê merivekî navê wî Hananîya tʼevî jina xwe Safêrîyayê milkʼek firot, 2ji qîmetê wê hinek veşart, ku jin jî haş pê hebû, hinek jî anî li ber pʼîyêd şandîya danî. 3Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî? 4Berî firotanê ne ew ya te bû? Û pey firotanêrʼa jî qîmetê wê destê teda nîbû? Te çima ev yek kire dilê xwe? Te ne ku merivarʼa derew kir, lê Xwedêrʼa». 5Gava Hananîya ev xeber bihîstin, kʼet rʼuhʼê xwe da û tirseke mezin hʼemûyêd ku bihîstin girt. 6Xort jî rʼabûn ew kʼefen kirin û birine derva defin kirin.
7Weke sê sihʼeta derbaz bû, jina wî ku nizanibû çi qewimîye, kʼete hindurʼ. 8Petrûs jê pirsî got: «Minrʼa bêje, we hebûka xwe hema haqasî firot?» Ewê got: «Belê, hema haqasî». 9Hingê Petrûs wêrʼa got: «Hûn çima bûne yek ku Rʼuhʼê Xudan bicêrʼibînin? Va ne dengê nigêd wan merivêd ku mêrê te defin kirine ji pişt dêrî tên, wê te jî derxine derva». 10Pêrʼa-pêrʼa ew kʼulfet kʼete ber nigêd wî û rʼuhʼê xwe da. Hingê xort kʼetine hindurʼ, ewa mirîtî dîtin, hildan birin kʼêleka mêrê wê defin kirin. 11Tirseke mezin kʼete ser tʼemamîya civînê û hʼemûyêd ku ev yek bihîstin.
Kʼeremetêd bi destê şandîya
12Bi destê şandîya gelek nîşan û kʼeremet nav cimeʼtêda dibûn. (Hʼemû bawermend hevrʼa hêwangeha Silêmanda dicivîyan. 13Tʼu kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya, lê belê cimeʼtê jî qedirê wan digirt. 14Lê dîsa eʼlaleta jina û mêra hê-hê zêde dibûn, yêd ku bawerîya xwe Xudan danîn.) 15Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê rʼîya, dadanîne ser darbesta û berʼa, wekî gava Petrûs derbaz be, tʼenê sîya wî bikʼeve ser ji wan hineka. 16Eʼlalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, tʼevî xwe nexweş û yêd ku ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin danîn û hʼemû jî qenc dibûn.
Zêrandina şandîya
17Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn 18dest avîtine şandîya, avîtine kela cimeʼtîyê. 19Lê milyakʼetekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan: 20«Herʼin pʼaristgehêda bisekinin û cimeʼtêrʼa van hʼemû gotinêd vê jîyînê bêjin». 21Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin.
Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin. 22Lê gava berdestî çûn, ew kelêda nedîtin, vegerʼîyan hatin û gotin: 23«Kela ji her alîyava dadayî bû û nobedar jî li ber dergeha bûn, lê gava me vekir, me hindurʼda tʼu kes nedît». 24Gava serwêrê nobedarêd pʼaristgehê û serekêd kʼahîna ev xeber bihîstin, ser wan eʼcêbmayî man digotin: «Gelo çi qewimîye?» 25Wê demê yekî hat wanrʼa got: «Va ew merivêd we avîtibûne kelê, pʼaristgehêda sekinî ne û cimeʼtê hîn dikin!» 26Wî çaxî serwêrê nobedara berdestîyava tʼevayî çûn ew anîn, lê ne bi zorbetîyê, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan, ku wan nedine ber kevira.
27Ew birin ber civîna giregira dane sekinandinê, serekkʼahîn ji wan pirsî 28û got: «Me hʼişk tʼemî li we nekir, ku bi Wî Navî hîn nekin? Lê va we Orşelîm bi hînkirina xweva tʼijî kirîye, hûn dixwazin cabdarîya xûna Wî Merivî bikine stûyê me»#5:28 Metta 27:25. . 29Petrûs û şandîyêd mayînva cab dan û gotin: «Em gerekê gurʼa Xwedê bikin, ne ku ya meriva. 30Xwedêyê kal-bavêd me Îsa ji mirinê rʼakir, Ewê ku we darva dardakir kuşt. 31Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê. 32Em şeʼdê van tişta ne, usa jî Rʼuhʼê Pîroz, kʼîjan Xwedê da wan, yêd ku gurʼa Wîda ne».
33Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs kʼetin û dixwestin wan bikujin. 34Lê fêrisîkî dersdarê Qanûnê hebû, navê wî Gamalyêl û nava tʼemamîya cimeʼtêda jî xweyîqedir bû. Eva civîna giregirada rʼabû sekinî eʼmir kir ku şandîya xêlekê derxine derva 35û wanrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hindava vanda haş ji xwe hebin ku hûnê çi bikin. 36Wextekê Tʼewdas pêşda hat, ku xwe danîbû dewsa yekî mezin û weke çarsid merivî jî xwe lê girtibûn, ew hate kuştinê, hʼemû peyçûyêd wî jî tʼûrʼ-tʼûrʼî bûn û kes nema. 37Pey wîrʼa Cihûdayê Celîlê jî rʼojêd navnivîsarêda rʼabû eʼlaleteke giran li pey xwe bir, lê ew hate kuştinê û hʼemûyêd pey wî diçûn jî bela-belayî bûn. 38Û niha ez vî hʼalîda werʼa dibêjim, ji van meriva vegerʼin û wan berʼdin. Heger ew şêwir yan şixul merivatî be, wê betal be, 39lê heger ji Xwedêda ye, hûn nikarin betal kin. Miqatî xwe bin nebe ku hûn rʼabine ber Xwedê».
Civîna giregira gurʼa wî kir, 40gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, eʼmirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berʼdan. 41Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne. 42Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.
Currently Selected:
Kʼarêd Şandîya 5: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
![None](/_next/image?url=https%3A%2F%2Fimageproxy.youversionapistaging.com%2F58%2Fhttps%3A%2F%2Fweb-assets.youversion.com%2Fapp-icons%2Fen.png&w=128&q=75)
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011