Lûqa 2
2
Bûyîna Îsa
(Metta 1:18-25)
1Wan rʼojada ji Awgûstoyê Qeyser eʼmir derkʼet, ku hʼemû merivêd Împêratorîya Rʼomayê bêne navnivîsarê. 2Ev navnivîsara pêşin hêna Kûrênyoyê welîyê Sûryayêda hate kirinê. 3Hʼemû diçûne bajarê xwe, ku her kes navê xwe bide nivîsarê. 4Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê rʼabû hevraz çû Cihûstanê, bajarê bûyîna Dawid, ku jêrʼa Beytlehʼm digotin, çimkî ew ji mal û qebîla Dawid bû. 5Ew çû ku tʼevî Meryema dergîstîya xwe bikʼeve navnivîsarê. Meryem jî hʼemle bû. 6Çaxê ewana li Beytlehʼmê bûn, rʼoja welidandina wê pêrʼa gihîşt 7û kurʼê xweyî Nixurî anî, Ew pʼêçʼekêda pʼêçʼa û afirʼda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tʼunebû.
Milyakʼet û şivan
8Li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezêd xwe dikirin. 9Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan. 10Lê milyakʼet wanarʼa got: «Netirsin! Va ye ez Mizgînîya şabûneke mezin didime we, ku wê bona tʼemamîya milet be. 11Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e. 12Eva werʼa bibe nîşan: Hûnê zarʼokekê pʼêçʼekêda pʼêçʼayî afirʼda bibînin». 13Nişkêva tʼevî wî ordîke milyakʼetêd eʼzmanaye mezin kʼifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin:
14«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa,
eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa,
ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye#2:14 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Li ser dinê eʼdilayî, nav merivada xweşîtî». ».
15Gava milyakʼet ji wan dûr kʼetin hilatine eʼzmên, şivana hevrʼa got: «De werin em herʼine Beytlehʼmê, ev tiştê bûyî, ku Xudan em pê hʼesandin, bibînin».
16Û bi lez hatin, Meryem, Ûsiv û Zarʼa afirʼda rʼazayî dîtin. 17Gava Ew dîtin, çi ku bona Kurʼik wanrʼa hatibû eʼlamkirinê, gotin. 18Her kesê ku ji şivana ev tişt dibihîstin, zendegirtî diman. 19Lê Meryemê ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin û li ser wan difikirî. 20Şivan vegerʼîyan, bona tiştêd bihîstî û dîtî pesin û şikirî didane Xwedê. Ev hʼemû usa bûn çawa wanarʼa hatibû gotinê.
Navdanîna Îsa
21Rʼoja hʼeyşta gava kurʼik sinet kirin, navê Wî Îsa danîn, çawa ku hê berî hʼemlebûna dê, milyakʼet bona vê yekê gotibû.
Îsa dibine pʼaristgehê, ku pʼêşkʼêşî Xwedê kin
22Çaxê anegorî Qanûna Mûsa rʼojêd paqijbûna wan tʼemam bûn, kurʼik birine Orşelîmê, ku Wî pʼêşkʼêşî Xudan kin#2:22 Qanûna Kʼahîntîyê 12:3, 6. , 23çawa ku Qanûna Xudanda nivîsar e: «Her nixurîkî nêrîn ku betʼinê vedike, nedirê Xudan be»#2:23 Derkʼetin 13:2, 12, 15. 24û li gora gotina Qanûna Xudan: «Cotek fatimok yan jî du cûcûkêd kevotka»#2:24 Qanûna Kʼahîntîyê 12:8. hʼedî bê dayînê.
25Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya#2:25 Bi gotineke din: «Baristanîya Îsraêlê, bona xilazkirin yan azabûna Îsraêlê». Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû 26û wîrʼa gotibû: «Hʼeta ku tu Mesîhê Xudan nebînî, namirî». 27Hingê ew bi rʼêberîya Rʼuhʼ hate pʼaristgehê. Çaxê dê û bavêva Îsayê biçʼûk anîn ku li gora eʼdetê Qanûnê bona Wî bikin, 28Şimhʼûn Kurʼik hilda da hʼemêza xwe, şikirî da Xwedê û got:
29«Ya Xweyî, niha li gora sozê Xwe
bi xêr û silamet berdestîyê Xwe berʼde.
30Çimkî çʼeʼvê min azakirina Te dît,
31ya ku Te ber çʼeʼvê hʼemû mileta hazir kirîye#2:31 Îşaya 40:5; 52:10. ,
32ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya
û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa»#2:32 Îşaya 42:6; 49:6; 52:10. .
33Dê û bavê Wî ser tiştêd ku Şimhʼûn bona Wî digotin, zendegirtî mabûn. 34Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin 35û bi vî awayî fikirêd gelek dila wê eʼyan bin. Û dilê terʼa jî mîna tîrekê wê derbaz be».
36Li wir ji rʼikʼinyata Aşêr, qîzeke Fanowêle pʼêxember hebû, navê wê Hana. Ewê gelek eʼmir derbaz kiribû, pey qîztîya xwerʼa hʼeft sala cem mêrê xwe mabû. 37Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû#2:37 Aha tê feʼmkirinê, yan: «Eʼmirê wê hʼeyştê çar salî bû» yan jî: «Hʼeyştêçar sala jinebî mabû». û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband. 38Eva jî wê demê hat, şikirî da Xwedê û tʼevî hʼemûyêd ku çʼeʼvnihêrʼîya azabûna Orşelîmê bûn, derheqa kurʼikda xeber da.
Meryem, Ûsiv û Îsayê biçʼûk vedigerʼine Nisretê
39Gava Ûsiv û Meryemê her tişt li gora Qanûna Xudan kirin, vegerʼîyane Celîlê, bajarê xwe Nisretê 40Kurʼik mezin û qewat dibû, bi serwaxtîyê tʼijî dibû, kʼerema Xwedê jî bi Wîrʼa bû.
Îsayê donzdeh salî pʼaristgehêda
41Dê û bavê Wî her sal Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê. 42Çaxê Ew bû donzdeh salî, li gora eʼdet ewana hevraz çûne cejinê. 43Gava rʼojêd cejinê xilaz bûn û paşda vedigerʼîyane mala xwe, Îsayê xişîm li Orşelîmê ma. Lê dê û bavê Wî haş ji Wî tʼunebûn, 44wana tʼirê tʼevî rʼêwîya ye. Rʼîya rʼojekê hatin, nav heval-hogirêd xweda li Wî gerʼîyan. 45Gava Ew nedîtin, paşda vegerʼîyane Orşelîmê, li Wî gerʼîyan. 46Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan. 47Hʼemûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman. 48Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan». 49Ewî wanrʼa got: «Hûn çima li Min digerʼîyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?» 50Lê wana feʼm nekir Ewî çi got. 51Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin. 52Û Îsa bi serwaxtîyê û bejinêda pêşda diçû û li Xwedê û meriva xweş dihat.
Currently Selected:
Lûqa 2: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011