YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 3

3
Dannasînîya Yûhʼennayê nixumdar
(Metta 3:1-12; Marqos 1:1-8; Yûhʼenna 1:19-28)
1Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû, 2Henan û Qeyafa jî serekkʼahîn bûn. Hingê xebera Xwedê berʼîyêda Yûhʼennayê kurʼê Zekerîyarʼa hat 3û Yûhʼenna hate hʼemû dor-berêd çʼemê Ûrdunê dannasîn dikir, ku cimeʼt ji gunekirinê vegerʼe û bi avê bê nixumandinê, wekî Xwedê wan bibaxşîne. 4Çawa kʼitêba Îşaya pʼêxemberda nivîsar e ku dibêje:
«Dengê berʼîyêda dike gazî:
‹Rʼîya Xudan hazir bikin
û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin.
5Hʼemû gelî bira tʼijî bin,
çʼîya-banî nimiz bin,
rʼîyêd xaro-maro rʼast bin
û çʼeʼl-çʼûl dûz bin.
6Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›»#3:6 Îşaya 40:3-5. .
7Gelek dihatine cem Yûhʼenna, ku ji wî bêne nixumandinê. Ewî wanrʼa digot: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin? 8De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe. 9Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir». 10Eʼlaletê ji wî pirsî û got: «Lê em çi bikin?» 11Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike». 12Xercgir jî hatin ku bêne nixumandinê û wîrʼa gotin: «Dersdar, em çi bikin?» 13Ewî wanrʼa got: «Çiqas ji we tê xwestinê ji wî zêdetir nestînin». 14Eskera jî ji wî pirsî: «Lê em çi bikin?» Ewî wanrʼa got: «Kesekî neşêlînin, bêbextîyê li xelqê nekin û bi heqê xwe rʼazî bin».
15Hʼemû hîvîyê bûn û bona Yûhʼenna dilê xweda digotin: «Gelo ev e Mesîh?» 16Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne. 17Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genim bike eʼmbara Xwe, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».
18Awa Yûhʼenna bi gelek tiştêd din jî xelq şîret dikir û Mizgînî dida. 19Lê gava Yûhʼenna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û hʼemû xirabîyêd ku wî dikirin, 20hingê Hêrodes ser van kirinada ev neheqî jî kir, ku Yûhʼenna avîte kelê.
Îsa tê nixumandinê
(Metta 3:13-17; Marqos 1:9-11)
21Gava hʼemû cimeʼt dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, eʼzman vebû 22û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».
Rʼikʼinyata Îsa
(Metta 1:1-17)
23Îsa nêzîkî sî salî bû, gava Ewî dest bi kʼarê Xwe kir û wan tʼirê Ew kurʼê Ûsiv bû, Ûsivê Elî, 24Elîyê Metat, Metatê Lêwî, Lêwîyê Melkʼê, Melkʼêyê Yannay, Yannayê Ûsiv, 25Ûsivê Metîtîya, Metîtîyayê Amos, Amosê Nehûm, Nehûmê Heslî, Heslîyê Necay, 26Necayê Mehat, Mehatê Metîtîya, Metîtîyayê Şêmeyîn, Şêmeyînê Yûsêx, Yûsêxê Yoda, 27Yodayê Yûhenan, Yûhenanê Rʼêşa, Rʼêşayê Zerûbabel, Zerûbabelê Şaltîyêl, Şaltîyêlê Nerî, 28Nerîyê Melkʼê, Melkʼêyê Êdî, Êdîyê Qosam, Qosamê Êlmedam, Êlmedamê Er, 29Erê Yêşû, Yêşûyê Êlîyazêr, Êlîyazêrê Yorîm, Yorîmê Metat, Metatê Lêwî, 30Lêwîyê Şimhʼûn, Şimhʼûnê Cihûda, Cihûdayê Ûsiv, Ûsivê Yonam, Yonamê Êlyaqîm, 31Êlyaqîmê Melyo, Melyoyê Mena, Menayê Metîtîya, Metîtîyayê Natʼan, Natʼanê Dawid, 32Dawidê Yêşa, Yêşayê Ovêd, Ovêdê Bowaz, Bowazê Selmon, Selmonê Nehşon, 33Nehşonê Amînadav, Amînadavê Admîn, Admînê Aram, Aramê Hesrûn, Hesrûnê Pêrês, Pêrêsê Cihûda, 34Cihûdayê Aqûb, Aqûbê Îshaq, Îshaqê Birahîm, Birahîmê Têrah, Têrahê Nehor, 35Nehorê Serûx, Serûxê Rʼêwo, Rʼêwoyê Pêlêg, Pêlêgê Eber, Eberê Şelah, 36Şelahê Qênan, Qênanê Arpexşad, Arpexşadê Sam, Samê Nuh, Nuhê Lamex, 37Lamexê Metûşela, Metûşelayê Henox, Henoxê Yarêd, Yarêdê Mahalalêl, Mahalalêlê Qênan, 38Qênanê Enoş, Enoşê Sêtʼ, Sêtʼê Adem û Ademê Xwedê.

Currently Selected:

Lûqa 3: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in