YouVersion Logo
Search Icon

Metta 16

16
Kʼeremetekê çawa nîşan ji eʼzmên dixwazin
(Marqos 8:11-13; Lûqa 12:54-56)
1Fêrisî û sadûqî hatine cem Wî ku Wî bicêrʼibînin û jê xwestin ku ji eʼzmana nîşanekê nîşanî wana ke. 2Ewî li wan vegerʼand û got: «Gava dibe êvar, hûn dibêjin: ‹Hewa wê xweş be, çimkî eʼzman sor bûye›. 3Lê serê sibehê dibêjin: ‹Îro hewa wê xweş nîbe, çimkî eʼzman xumam û sor e›. Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin ku hewayê çawa be, lê nîşanêd zemana eʼnene nakin#16:3 Nav hinek destnivîsarada ji rʼêza 2-a hʼeta ya 3-a tʼuneye. . 4Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.
Hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya
(Marqos 8:14-21)
5Gava şagirtêd wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin xwerʼa nan hildana. 6Îsa wanarʼa got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin». 7Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me tʼune, lema aha dibêje». 8Lê ev yek Îsava eʼyan bû û got: «Kêmbawerno! Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tʼune? 9Hûn hê feʼm nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nana tʼêra pênc hʼezar meriva kir û we çend sele bermayî hildan? 10Û hʼeft nana jî tʼêra çar hʼezar meriva kir û we çend zembîl bermayî hildan? 11Hûn çawa feʼm nakin, wekî Min bona nan werʼa negot? Lê bona wê yekê, ku hûn hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisî û sadûqîya bikin».
12Şagirta hingê feʼm kir, wekî Ewî bona hevîrtirʼşkê nan wanrʼa negot, ku hʼevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisî û sadûqîya.
Petrûs şeʼdetîyê li ser Îsa dide
(Marqos 8:27-30; Lûqa 9:18-21)
13Îsa çû alîyê Qeyserîya Fîlîpoyê û ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Kurʼê Mêriv kʼî ye?» 14Wana got: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, lê hinekêd mayîn jî dibêjin ‹Yêremîya ye, yan jî yek ji pʼêxembera ye›».
15Ewî ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» 16Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax». 17Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna#16:17 Bi yûnanî xeber bi xeber «kurʼê Yona» nivîsar e. Bi zimanê aramî «Yona» kurtkirina navê «Yûhʼenna» û «Ûnis» e. , çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana. 18Ez terʼa dibêjim, ku tu Petrûs#16:18 «Petrûs» bi zimanê yûnanî tê feʼmkirinê: «Qeya» yan «kevir». î, awa gotî qeyak î û li ser vî qeyayî Ezê civîna Xwe çêkim û qewata mirinê wê pê nikaribe. 19Û Ezê kʼilîtêd Pʼadşatîya Eʼzmana bidime destê te û çi ku tu li ser eʼrdê girêdî, eʼzmanada jî wê girêdayî be û çi ku tu li ser eʼrdê vekî, eʼzmanada jî wê vekirî be».
20Hingê Îsa tʼemî şagirtêd Xwe kir, wekî kesîrʼa nebêjin, ku Ew Mesîh e.
Îsa derheqa cefa û mirina Xweda dibêje
(Marqos 8:31–9:1; Lûqa 9:22-27)
21Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.
22Lê Petrûs Ew da alîkî, lê hilat û gotê: «Dûrî hindava Te, Xudan! Ew tişt tʼu car li Te neqewime!» 23Îsa ser Petrûsda vegerʼîya û gotê: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, Cino! Tu bona Min pʼişkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».
24Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê. 25Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne. 26Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide? 27Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan#16:27 Zebûr 62:12. . 28Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».

Currently Selected:

Metta 16: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in