YouVersion Logo
Search Icon

Metta 17

17
Şagirt Îsa nava nûr û rʼûmetêda dibînin
(Marqos 9:2-13; Lûqa 9:28-36)
1Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. 2Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn. 3Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tʼevî Wî xeber dan. 4Hingê Petrûs Îsarʼa got: «Xudan! Çawa rʼind e ku em vir in! Heger Tu bixwazî, ezê sê hʼolika li vê derê çêkim, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa, yekê jî Êlyasrʼa».
5Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!» 6Gava şagirta ew deng bihîst, deverʼûya çûn û rʼisasê ew girtin. 7Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «Rʼabin, netirsin». 8Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin.
9Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe». 10Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»#17:10 Malaxî 4:5. 11Îsa li wan vegerʼand û got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. 12Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».
13Hingê şagirta feʼm kir, ku bona Yûhʼennayê nixumdar wanarʼa got.
Îsa kurʼikekî cinakʼetî qenc dike
(Marqos 9:14-29; Lûqa 9:37-43a)
14Çaxê hatine cem eʼlaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê: 15«Xudan, li kurʼê min were rʼeʼmê! Ew hîvê dikʼeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikʼeve nava agir û carna jî nava avê. 16Min ew anî cem şagirtêd Te, lê wana nikaribû ew qenc kira». 17Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min». 18Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû.
19Hingê şagirt tʼenê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» 20Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe. 21Lê ev cisinê ha pê tiştekî din dernayê, pêştirî bi dua û bi rʼojîya»#17:21 Nav destnivîsarêd here qencda rʼêza 21-ê tʼune. .
Îsa dîsa derheqa mirina xweda dibêje
(Marqos 9:30-32; Lûqa 9:43b-45)
22Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, 23ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin.
Xercdayîna pʼaristgehê
24Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona pʼaristgehê#17:24 Li gora Qanûna Mûsa nalekî «duzîvê» çawa xerc bona pʼaristgehê didan (Derkʼetin 30:13). hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?» 25Ewî got: «Belê». Çaxê Petrûs hate malê, pêşîyê Îsa ji wî pirsî: «Şimhʼûn! Tu çawa tʼexmîn dikî? Pʼadşêd dinyayê xerc yan bac ji kʼê distînin, ji bajarvanêd xwe, yan ji xerîba?» 26Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne. 27Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan».

Currently Selected:

Metta 17: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in