YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 6

6
Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake
(Metta 13:53-58; Lûqa 4:16-30)
1Îsa ji wira derkʼet û çû cî-miskʼenê Xwe. Şagirtêd Wî jî pey Wî çûn. 2Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin? 3Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.
4Îsa wanrʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî nava cî-miskʼenê xwe, merivêd xwe û mala xweda». 5Ewî li wê derê nikaribû tʼu kʼeremet bikira, tʼenê destê Xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin. 6Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma.
Şandina her donzdeha
(Metta 10:5-15; Lûqa 9:1-6)
Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir. 7Wî her donzdeh gazî cem Xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û hʼukumê li ser rʼuhʼêd hʼeramrʼa da wan. 8Tʼemî da wan û got: «Bona rʼê, pêştirî şivdara destê xwe tʼu tiştî xwerʼa hilnedin: Ne nan, ne tûrik û ne jî pʼera ber pişta xweda. 9Çarixêd xwe bikine pʼîyê xwe, lê du dest kiras xwerʼa hilnedin». 10Serda zêde kir gote wan: «Ew mala ku hûn bikʼevinê, wê malêda jî bimînin, hʼeta hûn ji wî cîyî derkʼevin. 11Ew cîyêd ku we qebûl nekin û guhdarîya gotina we nekin, ji wir derkʼevin û tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî».
12Ew jî rʼê kʼetin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerʼin. 13Wana gelek cin derdixistin û rʼûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin.
Kuştina Yûhʼennayê nixumdar
(Metta 14:1-12; Lûqa 9:7-9)
14Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê». 15Lê hineka jî digot: «Eva Êlyas e». Hinekêd din jî digotin: «Eva pʼêxemberekî mîna pʼêxemberêd berê ye». 16Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, got: «Eva ew Yûhʼenna ye, yê ku min serê wî lêxistîye, ji nav mirîya rʼabûye!» 17-18Çimkî Hêrodes xwexa Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûhʼenna jêrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu jina birê xwe bistînî». Hêrodes jî kʼerbî Hêrodîyayê Yûhʼenna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê. 19Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû, 20çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû#6:20 Nav hinek destnivîsarada dewsa «serê wî tʼevîhev dibû» aha ye: «Wî gelek tişt dikir». , lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî. 21Awa carekê mecal vebû. Hêrodes bona rʼoja bûyîna xwe, eʼsilzada, serhʼezarêd eskera û giregirêd Celîlêrʼa mesref danî. 22Gava qîza Hêrodîyayê kʼete hindurʼ û rʼeqisî, ev yek li dilê Hêrodes û tʼeglîfkirîyêd li ser sifrê rʼûniştî xweş hat. Hingê pʼadşê gote qîzikê: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te». 23Û wî jêrʼa sond xwar got: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, hʼeta nîvê pʼadşatîya xwe jî!» 24Qîzik derkʼete derva û çû ji dîya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Dîya wê jî got: «Serê Yûhʼennayê nixumdar». 25Qîzikê lezand çû cem pʼadşê û xwestina xwe jêrʼa got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhʼennayê nixumdar li ser sinîyê bidî min». 26Pʼadşa gelekî ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira. 27Pʼadşê pêrʼa-pêrʼa eʼmirî ser celat kir, ku herʼe serê Yûhʼenna bîne. Celat jî çû kelêda, serê wî lêxist 28û li ser sinîyê anî û da keçʼikê. Ewê jî ew hilda bir da dîya xwe. 29Gava şagirtêd Yûhʼenna ev yek bihîstin, hatin cinyazê wî birin kirine tʼirbê.
Îsa pênc hʼezara tʼêr dike
(Metta 14:13-21; Lûqa 9:10-17; Yûhʼenna 6:1-14)
30Û şandî vegerʼîyane cem Îsa, hʼemû tiştêd ku kiribûn û hîn kiribûn jêrʼa gotin. 31Îsa wanrʼa got: «De werin em tʼenê herʼine cîkî xewle û hinekî rʼihʼet bin». Çimkî gelek dihatin û diçûn, wana mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana. 32Û ew tʼenê bi qeyikê çûne cîkî xewle. 33Lê geleka ku çûyîna wan dît, ew nas kirin, ji hʼemû bajara peya bezîn û berî wan gihîştine wî cîyî. 34Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û Wî eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin. 35Îdî çimkî dereng bû, şagirtêd Îsa hatin û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, wext jî îdî dereng e. 36Cimeʼtê berʼde ku ew herʼine gund û bergêd der-dora û xwerʼa tiştêd xwarinê bikʼirʼin». 37Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xurek bidine wan!» Jêrʼa gotin: «Em herʼin bahê dusid zîvî nan bikʼirʼin û wan bidine xwarinê?»
38Îsa wanrʼa got: «Herʼin binihêrʼin, kʼa çend nanêd we hene». Gava ku pê hʼesîyan, gotin: «Pênc nan û du meʼsî hene». 39Wî eʼmir kir ku hʼemû jî kʼom-kʼom li ser gîhayê şîn rʼûnên. 40Ew jî kʼom-kʼom, sed-sed, pêncî-pêncî li eʼrdê rʼûniştin.
41Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir. 42Hʼemûya xwar û tʼêr bûn. 43Ji wan nan û meʼsîya donzdeh seleyêd tʼijî hûrik berev kirin. 44Yêd ku ji wî nanî xwarin weke pênc hʼezar mêrî bûn.
Îsa pʼîya li ser avêrʼa diçe
(Metta 14:22-33; Yûhʼenna 6:15-21)
45Destxweda Ewî pʼêyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, hʼeta ku Xwexa cimeʼtê verʼêke. 46Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. 47Gava ku rʼo çû ava, qeyik nava golêda bû û Îsa tʼenê devê golê bû. 48Îsa dît ku şagirt bêrkʼişandinêda gelekî zeʼmetê dikʼişînin, çimkî ba miqabilî wan bû. Nêzîkî qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. Wî xwest ku ber wanrʼa derbaz bûya, 49lê çaxê wana dît ku Îsa ser golêrʼa peya diçe, wan tʼirê xeyaleke ku dibînin û kirine qîrʼîn. 50Çimkî hʼemûya jî Ew dît û tirsîyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!» 51Hingê Ew kʼete qeyikê cem wan û ba sekinî. Şagirt eʼcêbmayî man, hʼişê serê wan çû, 52çimkî ew qewimandina li ser nên hê serê wanda rʼûneniştibû, feʼmê wan dadayî bû.
Îsa Cênîsartêda nexweşa qenc dike
(Metta 14:34-36)
53Ew derbazî wî berî golê bûn û li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê, qeyîk cî kirin. 54Gava ji qeyikê peya bûn, cimeʼtê pêrʼa-pêrʼa Îsa nas kir. 55Ew tʼemamîya wê qezayê virda-wêda bezîn û destpêkirin nexweş nivînava danîne wî cîyê ku dibihîstin Îsa lê bû. 56Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tʼenê li rʼîşîyêd kʼincêd Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.

Currently Selected:

Marqos 6: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in