Marqos 7
7
Rʼaw-rʼizimêd kal-bava û xebera Xwedê
(Metta 15:1-9)
1Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa girtin. 2Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd hʼeram, awa gotî destneşûştî nan dixwin. 3Fêrisî û hʼemû cihû pey rʼaw-rʼizimêd kal û bavêd xwe diçin, hʼeta ku destêd xwe rʼind neşon, nanê xwe naxwin 4û ji bazarê jî çi tînin, hʼeta avê nexin, naxwin#7:4 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Û ji bazarê jî tên, hʼeta avê ser xweda nekin, nên naxwin». . Gelek eʼdetêd din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina tʼasa, şerbika û firaqêd sifire mayîn#7:4 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Usa jî cî-nivîna». . 5Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin û bi destêd hʼeram#7:5 Nav destnivîsarêd qencda dewsa «bi destêd hʼeram» «destqilêr» heye. nan dixwin?» 6Ewî li wan vegerʼand û got: «Îşaya bona we durʼûya rʼast pʼêxembertî kirîye! Çawa ku hatîye nivîsarê:
‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire,
lê dilê wan ji Min dûr e.
7Badîhewa Min dihʼebînin,
tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›#7:7 Îşaya 29:13. .
8Hûn tʼemîyêd Xwedê dihêlin û pey rʼaw-rʼizimêd merivayîyê dikʼevin». 9Û got: «Hûn tʼemîyêd Xwedê rʼind didine alîkî, wekî rʼaw-rʼizimêd xwe xwey kin. 10Mesele, Mûsa gotîye: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire›#7:10 Derkʼetin 20:12; Qanûna Ducarî 5:16. û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje, gerekê bê kuştinê›#7:10 Derkʼetin 21:17; Qanûna Kʼahîntîyê 20:9. . 11Lê hûn dibêjin: ‹Kʼî ku dîya xwe yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te, ew «qurban» e›, (awa gotî dîyarîk e ku Xwedêrʼa tê dayînê) 12hûn îdî nahêlin ku ew tiştekî dê û bavê xwerʼa bike! 13Bi vî awayî, hûn bi wan rʼaw-rʼizimêd xweye ku derbazî nisilêd nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştêd aha dikin».
Tiştêd ku mêriv dihʼerʼimînin
(Metta 15:10-20)
14Hingê Îsa eʼlalet dîsa gazî cem Xwe kir û gote wan: «Hûn hʼemû guhdarîya Min bikin û feʼm kin. 15Tiştekî usa tʼune, ku ji derva bikʼeve nav-dilê mêriv û wî bihʼerʼimîne, lê ew tiştêd ku ji dil dertên, ew mêriv dihʼerʼimînin. 16Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê»#7:16 Nav destnivîsarêd here qencda rʼêza 16-a tʼune. .
17Gava ji eʼlaletê qetîya hate mal, şagirtêd Wî meʼna wê meselê jê pirsîn. 18Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn hê nagihîjine gilîya? Çima hûn feʼm nakin, çi ku ji derva dikʼeve nav-dilê mêriv, nikare wî bihʼerʼimîne. 19Çimkî ew ne ku dikʼevine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva». (Bi vî awayî Îsa da kʼifşê, ku hʼemû xwarin jî hʼelal in.) 20Û got: «Ew tiştêd ku ji dilê mêriv derdikʼevin, ew wî dihʼerʼimînin. 21Çimkî ji hindurʼ, ji dilê meriv fikirêd xirab derdikʼevin: Qavî, dizî, kuştin, 22zinêkʼarî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, çʼeʼvê xirab, buxdanbêjî, kʼubarî û bêaqilî. 23Ev hʼemû tiştêd xirab ji dil derdikʼevin û mêriv dihʼerʼimînin».
Bawerîya kʼulfeta Fînîkya Sûryayê
(Metta 15:21-28)
24Îsa ji wê derê rʼabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihʼesîya, lê nikaribû Xwe veşarta. 25Kʼulfeteke ku qîzika wê rʼuhʼê hʼeramva girtî bû, bona Îsa pê hʼesîya, lez hat û xwe avîte ber nigêd Wî. 26Ew kʼulfet yûnan bû, eʼsilê xweda jî ji Fînîkya Sûryayê bû. Wê lava ji Îsa kir, ku cin ji qîza wê derxe. 27Îsa wêrʼa got: «Bihêle bira pêşîyê zarʼ tʼêr bin, çimkî ne rʼast e ku nan ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». 28Ewê li Wî vegerʼand û got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ber zarʼaye binê sifrêda mayî dixwin?» 29Hingê Ewî kʼulfetêrʼa got: «Bona xatirê vê gotina te, tu dikarî herʼî. Cin ji qîzika te derkʼet». 30Kʼulfet jî çû mala xwe, dîna xwe dayê, wê qîzik nav nivînêda pʼalda ye û cin jî jê derkʼetîye.
Merivekî kerʼ û lal xeber dide
31Pey wê yekêrʼa Îsa ji sînorê Sûrê derkʼet, nava Saydêrʼa derbaz bû, qeza Dêkapolîsêrʼa hate gola Celîlê. 32Merivekî kerʼ û lal anîne cem Wî û lava jê kirin ku destê Xwe dayne ser wî. 33Îsa ew meriv ji eʼlaletê qetand, tʼilîyêd Xwe kirine guhêd wî, destê Xweda tʼûkir, li zimanê wî da. 34Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!» 35Û dest xweda guhêd wî bihîstin, zimanê wî vebû û zelal dest bi xeberdanê kir. 36Îsa tʼemî li wan kir, ku kesîrʼa nebêjin. Lê Ewî çiqas tʼemî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir. 37Meriv gelekî eʼcêbmayî mabûn û digotin: «Evî hʼemû tişt qenc kir: Hin kerʼa dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê».
Currently Selected:
Marqos 7: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: