Metta 14

14
Kuştina Yûhʼennayê nixumdar
(Marqos 6:14-29; Lûqa 9:7-9)
1Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst, 2xulamêd xwerʼa got: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».
3Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda. 4Çimkî Yûhʼenna Hêrodesrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu Hêrodîyayê bistînî». 5Û Hêrodes jî dixwest ew bikuşta, lê ji cimeʼtê ditirsîya, çimkî cimeʼtê Yûhʼenna çawa pʼêxember qebûl dikir.
6Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat. 7Ewî sond xwar û gote qîzikê: «Tu çi bixwazî ezê bidime te». 8Qîzik jî ji dîya xwe hatibû şîretkirinê û gotê: «Kʼa li vir, ser sinîyê serê Yûhʼennayê nixumdar bide min». 9Pʼadşa ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, eʼmir kir ku xwestina wê bê dayînê. 10Ewî şand kelêda serê Yûhʼenna da lêxistinê 11û serê wî li ser sinîyê anîn dane keçʼikê. Keçʼikê jî dîya xwerʼa bir. 12Hingê şagirtêd wî hatin cinyazê wî hildan û ew defin kirin. Paşê çûn Îsarʼa gotin.
Îsa pênc hʼezara tʼêr dike
(Marqos 6:30-44; Lûqa 9:10-17; Yûhʼenna 6:1-14)
13Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tʼenê çû cîkî xewle. Lê gava eʼlaletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn. 14Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin.
15Berê êvarê şagirtêd Wî hatine cem û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, îdî dereng e. Îzina eʼlaletê bide ku herʼine gunda xwerʼa xurek bikʼirʼin». 16Lê Îsa wanarʼa got: «Ne hʼewce ye ku ew herʼin. Hûn xurek bidine wan». 17Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li vir pêştirî pênc nan û du meʼsîya tiştekî meyî mayîn tʼune». 18Ewî wanarʼa got: «Wan nan û meʼsîya bînine cem Min». 19Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê. 20Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. 21Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa weke pênc hʼezar mêrî bûn.
Îsa pʼîya li ser avêrʼa diçe
(Marqos 6:45-52; Yûhʼenna 6:15-21)
22Pêrʼa-pêrʼa Îsa pʼêyî ser şagirta kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê bin, hʼeta ku Xwexa eʼlaletê verʼêke. 23Çaxê Ewî eʼlalet verʼêkir, tʼenê rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. Gava rʼo çû ava, Ew li wira tʼenê bû, 24lê qeyik îdî ji devê golê dûr kʼetibû û nava pêlada bû, çimkî ba miqabilî wê bû.
25Qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. 26Lê gava şagirta dît ku Ew ser golêrʼa peya diçe, bizdîyan û gotine hev: «Ev xeyal e!» Û wana ji tirsa kire qîrʼîn. 27Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!» 28Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, heger Tu yî, eʼmir ke ku ez ser avêrʼa bême cem Te». 29Îsa gotê: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêrʼa çû, ku herʼe cem Îsa. 30Lê çaxê ewî bayê qayîm dît tirsîya û îdî wê nuq bûya, kire qîrʼîn: «Xudan, min xilaz ke!» 31Wê demê Îsa destê Xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêrʼa got: «Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?» 32Çaxê kʼetine qeyikê, ba sekinî. 33Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».
Îsa Cênîsartêda nexweşa qenc dike
(Marqos 6:53-56)
34Gava ew derbazî wî berî golê bûn, li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê. 35Binelîyêd wir Ew nas kirin, şandin tʼemamîya dor-bera, hʼemû nexweş anîne cem Wî. 36Wana hîvî jê dikir ku tʼenê rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.

Valgt i Øjeblikket:

Metta 14: KmrNTL

Markering

Del

Kopiér

None

Vil du have dine markeringer gemt på tværs af alle dine enheder? Tilmeld dig eller log ind