YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 24

24
1Me de pey mirovên xirab û me be minêkarî hevaltiya wan;
2Ji ber ko kirina xirabiyê qesda dilê wan e, û lêvên wan neçeyiyê dibêjin.
3Malek bi eqilmendî tête ava kirin û bi hişyarî tête parastin.
4Bi şehrezayî mezelên xaniyan tejî hûr û mûrên hêja û qîmetdar dibin.
5Mirovekî eqilmend xurt e; û mirovekî hişyar zexm û xwedîqidret e.
6Mirov divê bi hisab şer bike û li wê ko şîretker zehf in, serfirazî heye.
7Ji bona dînokan eqilmendî gelek bilind e; di civata hakiman de ew devê xwe venakin.
8Ji peyayê re yê ko kirina xirabiyê dide eqlê xwe mizawir tête gotin.
9Qesdekî xerab; dînîtî û gunehkarîyek e; û xelk ji qeşmer û tevzekeran diqehirin.
10Yê ko di tengiyê de sistiyê dike ne xurt e.
11Peyayên ko dikin bikujin xelas bike û dest ji peyayên ko dikin şerjê bikin bermede . . .
12Heke, te ev ne kir û got; xwezî, me ne dizanî . . . Ma yê ko dilan diceribîne ev ne dîtiye? Yê ko canê te diparêze pê ni zane? û li her kesî li gora emelê wî venagerîne . . .
13Bixwe, kurê min, hingivî; ji ber ko ev baş e; hingiviyê daweriwandî; û ezmandevê te bila pê şîrîn be.
14Û wilo jî eqilmendî ji bona canê te pak e; heke te ew peyda kir, rojên te rewşen bibin û hêviya te pûç na be.
15Di pêşiya devê deriyê dilpakan de, mîna mirovên pîs kemîna deymene; û cihên wêsihandina wan xira me ke.
16Ji ber ko mirovekî dilpak heft caran dikeve û dîsa radibe; lê peyê xiraban kûr dikevin perîşaniyê.
17Ko dijminê te ket, bila dilê te pê şa me be û bi perîşaniya wî kêfxweş me be.
18(Jê hisaban bike); bi tirsa ko Xwedê dikare bibîne û pê aciz bibe û dev ji êşandina wî berde
19Ji ber mirovên ko xirabiyê dikin me enire; û wan jî me ecibîne.
20Ji ber ko yên xirabdestiyê bê hêvî ne û çira wan zû ditemire.
21Kurê min, Ji Xwedê û ji qralan bitirse; û têkilî teşxelekeran me be.
22Ji ber ko bela bi derbekê bi ser wan de wê bê û kî dizane bi çi awayî dê bêne êşandîn.
23Ev ji gotinên eqilmendan e. Ne baş e ko mirov di hikimkirinê de guh bide meqamê dehwadaran.
24Yê ko ji mirovekî xirab re dibêje: tu adil î! . . . Xelk jê nefiran dikin, milet lê lanetan dikin.
25Lê yên ko wan diêşînin, têne pesinandin û bextiyari weke rehmetekê bi ser wan de tê.
26Bersîveke rast mîna maçeke şîrîn e.
27Ji der ve karê xwe pêk bîne, zeviya xwe cot bike; û du wan, tu ê mala xwe ava bikî.
28Bi eqilsivikî, di heqê xelkê de şehdetiyê me de; ma tu dixwazî bi lêvên xwe xelkê bixapînî.
29Me bêje; mîna ko wî bi min kiriye ez ê pê bikim; li her kesê li gora emelê wî vegerînim.
30Ez ji tenişta zeviya mirovê tiral û rezê dînokekî derbaz bûme;
31Û binêr, erd têr stirî bû, muxeylan rûyê erdê girti bûn û dîwar hilweşiyayî;
32Ko çavê min pê ket; min bala xwe da û ez ji dîtina xwe elimîm;
33Tu dixwazî hinik biponijî û hinik rakevî; û zendên xwe piçik deynî ser hev û du da ko razî . . .
34Û belengazî weke rêvingiyek bi ser te de wê bê û hewcedarî, mîna şerûtekî wê dirêjî te bike.

Currently Selected:

Methelokên 24: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in