YouVersion Logo
Search Icon

Methelokên 25

25
1Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê; hatine berhev kirin.
2Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye; lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e.
3Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin.
4Kefên zîvî jê hilîne; ji bona zîvker guldankek derdikeve.
5Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne; pê textê wî bi edaletê qaim dibe.
6Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire.
7Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor; û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî.
8Bê giranî me be dawadarê tiştekî; ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî.
9Bi xelkê re doz û dawa xwe bike; lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke.
10(Bide eqlê xwe), yê ko bihistiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe.
11Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke zîv e.
12Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in.
13Qasidekî rast ji bona mirovê ko wî dişîne, mîna honikahiya berfê di meha paleyiyê de ye; pê rahetiya canê wî vedigere ve.
14Yê ko pir dibêje û na yêne cih mîna ewr û bayên bê baran e.
15Sebir erna qrala nerm dike, û zimanekî şîrîn hestiyan dişkînîne.
16Ko te hingivî peyda kir li gora bihn û can bixwe; lê zêde me ke, da ko venereşînî.
17Pir meçe nik cîrana; dikare ji te têr bibe û dawî ji te dikerihe.
18Şahidê derewîn ji bona xelkê mîna tîr û rim û şûr e.
19Di roja tengiyê de xwe bi bêbextekî girêdan weke diranekî şikestî an lingekî bêxeyr e.
20Di rojeke sar de xwe tazî kirin û li ser sodayê de sihik çawa ye; mirovê ko di pêşiya dilekî brîndar de berdolaviyan dibêje wilo ye.
21Heke dijminê te birçî ye jê re nan bide; heke tihu e; avê deyn pêş wî.
22Tu pê li ser serê wî agirine sor kom dikî û Xwedê li te wê vegerîne.
23Bayê kur baranê tîne û yê ko bi dizîka paşgotiniya dike xelkê dixeyidîne.
24Çêtir e ko mirov di binê barî de li gûşeyekê bimîne û bi jinikeke bedxû di malekê de rûmene.
25Xebereke rind ji welatekî dûr; mîna aveke sar ji bona peyayekî westiyayî ye.
26Mirovekî pak yê ko di pêşiya mirovekî xirab de dikeve; mîna kaniyeke şeylo û ava sûlaveke têkreçûyî ye.
27Pir hingivî xwarin ne tiştekî qenc e; û li pey tiştine giran ketin, giraniya canî ye.
28Mirovê ko bi nefsa xwe ni kare, weke bajarekî vekirî ê bê beden e.

Currently Selected:

Methelokên 25: MKRPRO

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in