Lûqa 22

22
Şêwira kuştina Îsa
(Metta 26:1-5, 14, 16; Marqos 14:1-2, 10-11; Yûhʼenna 11:45-53)
1Cejina Nanê Şkeva nêzîk bû, ya ku jêrʼa Cejina Derbazbûnê dibêjin. 2Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan ku Wî bikujin, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan. 3Hingê mîrêcin kʼete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû. 4Eva rʼabû çû tʼevî serekêd kʼahîna û serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê, wanrʼa xeber da, wekî Îsa bide destê wan. 5Evana şa bûn û wîrʼa qayl bûn, ku pʼera bidine wî. 6Cihûda rʼazî bû û hilda ser xwe, ku mecalê bibîne Ewî bi dizî cimeʼtêva bide destê wan.
Tʼivdarekdîtina şîva Cejina Derbazbûnê
(Metta 26:17-25; Marqos 14:12-21; Yûhʼenna 13:21-30)
7Rʼoja Cejina Nanê Şkeva hat, ku eʼdet bû berxê qurbana Cejina Derbazbûnê bihata serjêkirinê. 8Îsa Petrûs û Yûhʼenna şandin û got: «Herʼin Şîva Cejina Derbazbûnê merʼa hazir kin, wekî em bixwin». 9Wana jê pirsî: «Tu li kʼu dixwazî ku em hazir kin?» 10Ewî jî wanarʼa got: «Gava ku hûn bikʼevine bajêr, va merivekê rʼastî we bê, cêrʼê avê li ser mila. Pey wî herʼine wê mala ku ew diçê, 11û xweyê malêrʼa bêjin: ‹Dersdar terʼa dibêje: Kʼanê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?› 12Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we ke û wir jî hûn hazir kin». 13Ewana çûn, çawa ku wanarʼa gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.
Şîva Xudan
(Metta 26:26-30; Marqos 14:22-26; Korintʼî I 11:23-25)
14Û gava wext pêrʼa gihîşt, Ew bi tʼevî şandîya li ser sifrê rʼûnişt 15û wanrʼa got: «Ez gelekî hʼizreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm, ku Min tʼevî we berî cefê Xwe bixwara. 16Çimkî Ez werʼa dibêjim, Ez îdî ji vê tʼu car naxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedêda bibe». 17Û kʼas hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got: «Hildin evê û nav xweda bela kin. 18Ez werʼa dibêjim, wekî Ez îdî tʼu car ji meya tirîyê venaxwim, hʼeta ku Pʼadşatîya Xwedê bê». 19Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».
20Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê. 21Lê va destê yê ku nemamîya Min bike, li ser vê sifrê tʼevî Min e. 22Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kurʼê Mêriv bike». 23Û wana destpêkir nav hevda ji hev pirsîn: «Gelo kʼî ye ewî nav meda, ku vê yekê wê bike?»
Deʼwa bona mezinayîyê
24Û nav wanda deʼw pêşda hat, ku ji nav wanda kʼîjan wê yê herî mezin bê hʼesabê. 25Îsa wanrʼa got: «Pʼadşayêd mileta cimeʼta xwe bindest dikin û ewêd ser wan hʼukum dikin xêrxwazêd wan têne gotinê. 26Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçʼûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike. 27Niha kʼî ye mezin, yê li sifrê rʼûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê rʼûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.
28Hûn in, yêd ku nava cêrʼibandinêd Minda hʼeta niha tʼevî Min mane. 29Û Ezê Pʼadşatîyê bidime we, çawa Bavê Min ew da Min, 30wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.
Îsa derheqa înkʼarîya Şimhʼûn-Petrûsda dibêje
(Metta 26:31-35; Marqos 14:27-31; Yûhʼenna 13:36-38)
31Şimhʼûn! Şimhʼûn! Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe. 32Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe». 33Û Petrûs Wîrʼa got: «Xudan, ez hazir im tʼevî Te bême girtinê û kuştinê jî». 34Îsa wîrʼa got: «Petrûs! Ez terʼa dibêjim, îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara bêjî, wekî tu Min nas nakî».
Derheqa tengasîya mezinda
35Û Îsa wanrʼa got: «Gava Min hûn bê kʼîsik, tûrik û çarix şandin, hûn hʼewcê tiştekî bûn?» Wana got: «Na». 36Hingê got: «Lê niha kʼîsikê kʼê heye bira hilde û usa jî tûrik. Û yê ku bê şûr e, bira kʼincê xwe bifiroşe û xwerʼa şûrekî bikʼirʼe. 37Lê Ez werʼa dibêjim, ku gerekê eva nivîsara ser Min bê sêrî, ku: ‹Ew tʼevî nerʼasta hate hʼesabê›#22:37 Îşaya 53:12. . Û çi ku bona Min nivîsar e, ser qewimandinê ye». 38Şagirta Wîrʼa got: «Xudan, va ne vira du şûr hene». Ewî wanrʼa got: «Bes e».
Îsa serê çʼîyayê Zeytʼûnê dua dike
(Metta 26:36-46; Marqos 14:32-42)
39Û Îsa li gora eʼdetê Xwe rʼabû çû çʼîyayê Zeytʼûnê, şagirtêd Wî jî li pey çûn. 40Û gava gihîşte cî, wanrʼa got: «Dua bikin, ku hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê». 41Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr kʼet, çok da dua kir 42û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min». 43Û ji eʼzmên milyakʼetek Wîva xuya bû û Ew qewat kir. 44Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê kʼel dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dirʼijîyane eʼrdê.#22:43-44 Nav hinek destnivîsarada ji rʼêza 43-a hʼeta ya 44-a tʼuneye. 45Û ji dua rʼabû, hate cem şagirtêd Xwe, ewana kʼerba kʼederê rʼazayî dîtin. 46Û wanrʼa got: «Hûn çima rʼadizên? Rʼabin dua bikin, ku nekʼevine nava cêrʼibandinê».
Girtina Îsa
(Metta 26:47-56; Marqos 14:43-50; Yûhʼenna 18:3-11)
47Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse. 48Îsa wîrʼa got: «Cihûda! Tu bi rʼamûsanê Kurʼê Mêriv didî destê wan?» 49Gava ewêd tʼevî Wî dîtin ku wê çi biqewime, Wîrʼa gotin: «Xudan, em bi şûr li wan xin?» 50Û ji wan yekî bi şûr li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wîyî rʼastê pekand. 51Hingê Îsa got: «Bes e, bihêlin». Û dest da guhê wî, qenc kir. 52Paşê Îsa gote serekêd kʼahîna, serwêrêd nobedarêd pʼaristgehê û rʼûspîyêd ku hatibûne ser Wî: «Tê bêjî hûn bi şûr û dara hatine pêşîya qaçaxekî? 53Ne Ez her gav tʼevî we pʼaristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û hʼukumê teʼrîstanîyê ye».
Petrûs Îsa înkʼar dike
(Metta 26:57-58, 67-75; Marqos 14:53-54, 66-72; Yûhʼenna 18:12-18, 25-27)
54Û Ew girtin, birin kirine mala serekkʼahîn. Petrûs jî dûrva pʼê-pʼê li pey Wî diçû. 55Gava wana goveka hʼewşêda agir vêxist û dorê rʼûniştin, Petrûs jî li wir tʼevî wan rʼûnişt. 56Û carîkê ew li ber agir rʼûniştî dît, li wî nihêrʼî û got: «Eva jî tʼevî Wî bû». 57Lê Petrûs înkʼar kir û gotê: «Ez Wî nas nakim, eʼvdê!» 58Xêlekê şûnda yekî din ew dît û got: «Tu jî ji wan î». Petrûs wîrʼa got: «Pismam, ez ne ji wan im». 59Û weke sihʼetekê jî derbaz bû, yekî din jî dida zora xwe û digotê: «Hebe-tʼunebe eva meriva tʼevî Wî bû, çimkî ji Celîlê ye». 60Lê Petrûs got: «Filan kes! Ez nizanim tu çi dibêjî». Û xeber hê dêvda bû, destxweda dîk bang da. 61Xudan ser Petrûsda vegerʼîya li wî nihêrʼî, hingê Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîrʼa gotibû: «Îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». 62Û Petrûs derkʼete derva kʼele-kʼel girîya.
Îsa dibe pêkʼenî û tê kʼutanê
63Û ewêd ku nobedarî li Îsa dikirin, qerfê xwe li Wî dikirin, dikʼutan. 64Çʼeʼvêd Wî girêdan û ji Wî dipirsîn, digotin: «De pʼêxembertîyê bike, kʼa kʼî bû ku Te xist?» 65Û bi gelek gotinêd mayîn jî Ew bêhurmet dikirin.
Îsa li ber civîna giregira
(Metta 26:59-66; Marqos 14:55-64; Yûhʼenna 18:19-24)
66Û gava sibeh zelal bû, kʼoma rʼûspîyêd cimeʼtê, serekêd kʼahîna û qanûnzana civîyan. Îsa kʼaşî dîwanxana xwe kirin 67û gotinê: «Heger Tu yî Mesîh, merʼa bêje?» Îsa wanrʼa got: «Heger Ez werʼa bêjim jî, yek e hûn dîsa bawer nakin. 68Û heger pirsekê jî bidime we, hûnê dîsa caba Min nadin. 69Ji vir şûnda Kurʼê Mêriv wê li kʼêleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûnê»#22:69 Zebûr 110:1. . 70Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im». 71Û wana got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne? Me xwexa ji devê Wî bihîst».

Seçili Olanlar:

Lûqa 22: KmrNTL

Vurgu

Paylaş

Kopyala

None

Önemli anlarınızın tüm cihazlarınıza kaydedilmesini mi istiyorsunuz? Kayıt olun ya da giriş yapın