Metta 2
2
Steyrnasêd rʼohilatê
1Gava Îsa Beytlehʼma Cihûstanêda, rʼojêd pʼadşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rʼohilatê hatine Orşelîmê 2û gotin: «Kʼanê Pʼadşê cihûyayî ku gerekê bibûya? Me steyrka Wî li rʼohilatê dît û em hatine, ku serê xwe li ber Wî daynin».
3Gava Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, tʼevîhev bû û tʼemamîya Orşelîmê jî pêrʼa. 4Hingê ewî hʼemû qanûnzanêd cimeʼtê û serekêd kʼahîna civandin û ji wan pirsî: «Kʼîderê gerekê Mesîh bibe?» 5Wana jêrʼa got: «Beytlehʼma Cihûstanêda, çimkî bi destê pʼêxembera aha nivîsar e:
6‹Ya Beytlehʼma welatê Cihûda,
tu li nav serwêrêd Cihûdayêda ne yê herî biçʼûk î,
çimkî Serwêrekê ji te rʼabe,
ku şivantîyê cimeʼta Min Îsraêlê bike›#2:6 Mîxa 5:2. ».
7Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrnasa kir û wextê xuyabûna steyrkê ji wan pê hʼesîya. 8Paşê ew şandine Beytlehʼmê û got: «Herʼin bona Kurʼik eʼseyî pê bihʼesin. Çaxê ku hûn Wî bibînin, minrʼa bêjin, ku ez jî bêm serê xwe li ber daynim».
9Gava wana ev tişt ji pʼadşê bihîst, çûn. Û va ye ew steyrka ku li rʼohilatê dîtibûn pêşîya wan çû, hʼeta ser wî cîyê kʼu Kurʼik lê bû sekinî. 10Gava wana ew steyrk dît, gelekî eşq û şa bûn, 11çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî. 12Lê wan xewnêda eʼmir stand, ku venegerʼine cem Hêrodes, ew îdî rʼêke dinva çûne welatê xwe.
Rʼeva ber bi Misirê
13Gava ku ew ji wir çûn, va milyakʼetekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe Kurʼik û dîya Wî hilde birʼeve Misirê. Li wir bimîne hʼeta ku ez terʼa bêjim, çimkî Hêrodesê Kurʼik bigerʼe, ku Wî bikuje».
14Ûsiv jî rʼabû Kurʼik û dîya Wî hildan, şev çûne Misirê 15û hʼeta mirina Hêrodes ewana li wir man. Ev yek aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pʼêxember hatibû gotinê bê sêrî: «Min ji Misirê gazî Kurʼê Xwe kir»#2:15 Hosêya 11:1. .
Qirʼa zarʼoka
16Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs kʼet. Ewî eʼmir kir ku hʼemû zarʼokêd kurʼîne li Beytlehʼmê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biçʼûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hʼesîya bû. 17Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî:
18«Ji Rʼamayê dengek hat,
dengê girî û şîna giran,
Rʼahêl bona zarʼokêd xwe digirîya
û nedixwest ku ber dilada bên,
çimkî îdî zarʼok nemabûn»#2:18 Yêremîya 31:15. .
Hatina ji Misirê
19Gava Hêrodes mir, va milyakʼetekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû 20û gotê: «Rʼabe, Kurʼik û dîya Wî hilde û herʼe welatê Îsraêlê, çimkî ewêd pey Kurʼik kʼetibûn ku bikuştana mirine».
21Ûsiv jî rʼabû, Kurʼik û dîya Wî hildan, vegerʼîyane welatê Îsraêlê. 22Lê gava Ûsiv bihîst wekî Arxêlayo dewsa bavê xwe, Hêrodes ser Cihûstanê bûye pʼadşa, tirsîya ku herʼe wir. Hingê xewnêda eʼmir stand, ku herʼe alîyê qeza Celîlê. 23Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».
© Институт перевода Библии, 2000, 2011