1
Lûqa 17:19
Kurmanji Încîl
Hingê Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
對照
探尋 Lûqa 17:19
2
Lûqa 17:4
Eger ew di rojê de heft caran li hember te guneh bike û heft caran li te vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
探尋 Lûqa 17:4
3
Lûqa 17:15-16
Îcar gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da. Wî li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî bû.
探尋 Lûqa 17:15-16
4
Lûqa 17:3
Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te guneh bike, dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre.
探尋 Lûqa 17:3
5
Lûqa 17:17
Îsa lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?
探尋 Lûqa 17:17
6
Lûqa 17:6
Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
探尋 Lûqa 17:6
7
Lûqa 17:33
Kî bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe winda bike, ewê wê xilas bike.
探尋 Lûqa 17:33
8
Lûqa 17:1-2
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên. Ji dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê.
探尋 Lûqa 17:1-2
9
Lûqa 17:26-27
Çawa di rojên Nûh de dibû, wisa jî wê di rojên Kurê Mirov de bibe: Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.
探尋 Lûqa 17:26-27
首頁
聖經
計畫
視訊