YouVersion 標識
搜索圖示

Lûqa 17

17
Çend Gotinên Îsa li ser Gunehkirin, Lêbihûrtin û Bawerkirinê
(Metta 18:6-7, 21-22; Marqos 9:42)
1Îsa ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên. 2Ji dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê. 3Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te guneh bike, dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre. 4Eger ew di rojê de heft caran li hember te guneh bike û heft caran li te vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
5Şandiyan ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.» 6Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
7«Kî ji we, xulamekî wî yê şivan an cotkar hebe, gava ew ji zeviyê vegere malê, wê jê re bêje: ‹Hema were û li ser sifrê rûne?› 8Ma ew di şûna vê de ji wî re nabêje: ‹Rabe, pişta xwe girêde, heta ku ez bixwim û vexwim xizmeta min bike û paşê tu jî bixwe û vexwe?› 9Û ji bo ku wî ew tiştên ku li wî hatibûn emirkirin anîn cih, ma ewê spasiya xulam bike? 10De îcar hûn jî, çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‹Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir.›»
Paqijkirina Deh Mirovên Kotî
11Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di navbera Samerya û Celîlê re dibihûrî. 12Û gava ew ket gundekî, deh zilamên kotî, ku ji dûr ve sekinî bûn, rastî wî hatin. 13Û wan bi dengekî bilind got: «Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!» 14Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: «Herin û xwe nîşanî kahînan bidin!» Û çaxê hê ew diçûn, ew ji kotîbûna xwe paqij bûn. 15Îcar gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da. 16Wî li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî bû. 17Îsa lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne? 18Ma ji viyê xerîb pê ve kesek venegeriya, ku navê Xwedê bilind bike?» 19Hingê Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
Hatina Padîşahiya Xwedê
(Metta 24:23-28, 37-41)
20Carekê Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?» Wî li wan vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wisa bê ku mirov bikare temaşeyî wê bike. 21Ne jî mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê di nav we de ye.» 22Û Îsa ji şagirtan re got: «Roj wê bên ku hûnê bêriya dîtina rojeke ji rojên Kurê Mirov bikin, lê hûn nabînin. 23Wê ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin. 24Çimkî çawa birûsk ji aliyekî ezmên ve birq dide û heta bi aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wisa be. 25Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşî ve bê redkirin. 26Çawa di rojên Nûh de dibû, wisa jî wê di rojên Kurê Mirov de bibe: 27Heta roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin.#Destpêk 6–8 28Di rojên Lût de jî wisa bû: Mirovan dixwar, vedixwarin, dikirrîn, difirotin, diçandin û ava dikirin. 29Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurt barî û hemû helak kirin.#Destpêk 19 30Ew roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wisa be. 31Wê rojê ewê ku li ser banî be û tiştên wî di hundir de bin, bila ji bo ku wan hilde, neyê xwarê û ewê ku li nav zeviyê be, bila ew jî venegere! 32Jina Lût bînin bîra xwe!#Destpêk 19:23-26 33Kî bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe winda bike, ewê wê xilas bike. 34Ez ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes wê di nav nivînekê de bin; yek ji wan wê bê birin û yê din bê hiştin. 35-36Du jin wê bi hev re li ser destar bin, yek ji wan wê bê birin û ya din wê bê hiştin.»#17:35-36 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Dido jî wê li nav zeviyê bin, yek ji wan wê bê birin û yê din wê bê hiştin.» 37Wan lê vegerand û gotin: «Ya Xudan, ma ev wê li ku derê bibe?» Wî jî ji wan re got: «Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.»

目前選定:

Lûqa 17: KURNT

醒目顯示

分享

複製

None

想要在所有設備上保存你的醒目顯示嗎? 註冊或登入