1
Destpêk 26:3
Kurmanji Încîl
Bi xerîbî li vê derê bimîne. Ezê bi te re bim û te pîroz bikim. Ezê van hemû herêman bidim te û ziriyeta te. Ezê wê sonda ku min ji bavê te Îbrahîm re xwar bînim cih.
Vergelyk
Verken Destpêk 26:3
2
Destpêk 26:4-5
Ezê ziriyeta te bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim û tevahiya van welatan bidim wan. Bi ziriyeta te wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî Îbrahîm bi gotina dengê min kir. Ew bi peywir, emir, şerîet û qanûnên min ve girêdayî ma.”
Verken Destpêk 26:4-5
3
Destpêk 26:22
Îshaq ji wê derê bar kir û bîreke din kola. Li ser vê tu devjenî çênebû. Loma wî navê Rehovot li vê bîrê kir û got: “Niha Xudan em derxistin firehiyê û emê li welêt zêde bibin.”
Verken Destpêk 26:22
4
Destpêk 26:2
Xudan li Îshaq xuya bû û jê re got: “Neçe Misrê. Li welatê ku ez ji te re dibêjim rûne.
Verken Destpêk 26:2
5
Destpêk 26:25
Îshaq li wê derê gorîgehek çêkir û pesnê Xudan da. Wî li wir konê xwe danî û xulamên wî li wê derê bîrek kolan.
Verken Destpêk 26:25
Tuisblad
Bybel
Leesplanne
Video's