Destpêk 32

32
Aqûbê Pêxember xwe amade dike ku birayê xwe bibîne
1Çaxê Aqûb da rê, milyaketên Xwedê rastî wî hatin. 2Gava Aqûb ew dîtin, wî got: “Ev artêşgeha Xwedê ye.” Wî navê wê derê Mahanayîm#32:2 Mahanayîm bi îbranî du wargeh ango du artêşgeh e. danî.
3Aqûb li pêşiya xwe qasid şandin ba birayê xwe Esawê ku li axa Seîra welatê Edomê dima. 4Wî li wan emir kir û got: “Ji xweyê min Esaw re wiha bêjin: ‘Xulamê te Aqûb dibêje: Ez li ba Lavan wekî xerîbekî mam û heta niha jî wisa me. 5Min ga, ker, pez, xulam û xadim qezenc kirin. Niha ez vê xeberê ji xweyê xwe re dişînim ku dilê wî bi min xweş be.’”
6Gava qasid li Aqûb vegeriyan, wan got: “Em çûn ba birayê te Esaw. Va ye ew jî bi çar sed zilamên xwe re tê pêşiya te.” 7Aqûb gelek tirsiya û aciz bû. Wî mirovên xwe, pez, dewar û deve kirin du beş. 8Wî got: “Heke Esaw were û êrîşî beşekî bike, wê beşê mayî bireve.”
9Aqûb dua kir û got: “Ya Xwedayê bavkalê min Îbrahîm, Xwedayê bavê min Îshaq, ya Xudan! Te ji min re got: ‘Vegere welatê xwe, ba mirovên xwe, ezê qenciyê li te bikim.’ 10Ez ne hêjayî wê hemû dilsozî û dilovaniyê me ku te nîşanî xulamê xwe da. Çaxê ez di vî Çemê Şerîayê re derbas bûm, tenê şivdarê min hebû, lê niha ez bûme du beş. 11Ji kerema xwe min ji destê birayê min Esaw biparêze. Çimkî ditirsim ew were û êrîşî min, zarokan û dayikên wan bike. 12#Destpêk 22:17Te ji min re got: ‘Ezê te bi ser bixim û ziriyeta te wekî sêlaka deryayê ku nayê jimartin zêde bikim.’”
13Aqûb şeva xwe li wir borand û ji her tiştên ku pê re hene, wî diyariyek ji birayê xwe Esaw re veqetand. 14Wî ji Esaw re du sed bizin û bîst nêrî, du sed mî û bîst beran, 15sî deveyên mê û biçûkên wan, çil çêlek û deh conega, bîst maker û deh ker cuda kirin. 16Wî heywanên bi xwe re kerî bi kerî ji hev veqetandin. Gazî xulaman kir û got: “Bidin pêşiya min. Bila her kerî ji hev dûr bin.” 17Wî li xulamê xwe yê pêşî emir kir û got: “Çaxê birayê min Esaw rastî te tê û ji te dipirse: ‘Tu kî yî, bi ku ve diçî û xweyê van heywanan kî ye?’ 18Tê bêjî: ‘Ev keriyên xulamê te Aqûb in. Ew wan wekî diyarî ji xweyê xwe Esaw re dişîne û va ye ew jî li pey me tê.’” 19Bi vî awayî wî li yê diduyan, sisêyan û li hemûyên ku li pey kerî diçûn emir kir û got: “Çaxê hûn Esaw dibînin, eynî tiştî jê re bêjin. 20Ji bîr nekin bêjin: ‘Va ye Aqûbê xulamê te li pey me tê.’”
Çimkî Aqûb ji xwe re got: “Ezê wî bi van diyariyan nerm bikim. Paşê, çaxê ez wî bibînim, belkî ew min qebûl bike.” 21Aqûb diyariyên xwe li pêş şand û şeva xwe li dera ku mabû derbas kir.
Aqûbê Pêxember bi Xwedê re gulaşê dike
22Wê şevê Aqûb rabû, rahişt herdu jinên xwe, herdu cariyeyên xwe û yanzdeh kurên xwe û di bihorê Çemê Yabboqê re derbas bû. 23Piştî ku wî ew derbasî aliyê din ê avê kirin, wî hemû malê xwe jî da derbaskirin. 24Aqûb bi tenê ma û mirovekî heta ber destê sibê pê re gulaş girt. 25Gava wî dît ku bi ser nakeve, wî li kemaxa Aqûb xist û hestiyê qorika Aqûb ji cih derket. 26Zilêm ji Aqûb re got: “Min berde ez herim, va ye roj hiltê.”
Lê Aqûb got: “Heta ku tu min pîroz nekî, ez te bernadim.”
27Zilêm got: “Navê te çi ye?”
Wî got: “Aqûb.”
28 # Destpêk 35:10; Hoşêya 12:4 Zilêm got: “Êdî wê ji te re Aqûb neyê gotin, lê wê Îsraêl#32:28 Îsraêl bi îbranî bi Xwedê re rikeberiyê dike ye. bê gotin. Çimkî te bi Xwedê û bi mirovan re rikeberî kir û tu bi ser ketî.”
29Aqûb jê re got: “Ji kerema xwe navê xwe ji min re bêje.”
Wî got: “Tu çima li navê min dipirsî?” Rabû Aqûb li wir pîroz kir.
30Aqûb navê wê derê Peniyêl#32:30 Peniyêl bi îbranî rûyê Xwedê ye. danî û got: “Min Xwedê rû bi rû dît, dîsa jî ez sax mam.” 31Çaxê Aqûb ji wir derbas bû, roj li ser avê dibiriqî. Aqûb ji ber qorika xwe dikuliya. 32Ji ber vê yekê, heta roja îro gelê Îsraêl kirkirkê ser qorikê naxwin. Çimkî serê qorika Aqûb derb xwaribû.

Tans Gekies:

Destpêk 32: KURNT

Kleurmerk

Deel

Kopieer

None

Wil jy jou kleurmerke oor al jou toestelle gestoor hê? Teken in of teken aan