YouVersion Logo
Search Icon

Metta 10

10
Navêd her donzdeh şandîya
(Marqos 3:13-19; Lûqa 6:12-16)
1Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û hʼukum da wan ku rʼuhʼêd hʼeram derxin, hʼemû êş û nexweşîya jî qenc kin. 2Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna, 3Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo#10:3 Nav hinek destnivîsarada dewsa «Tedayo» «Lêwî» heye, yan jî «Lêwî ku Tedayo hate bernavkirinê». 4Şimhʼûnê welatpʼarist#10:4 Aha jî tê feʼmkirinê: «Şimhʼûnê ji Qananê». û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir.
Şandina her donzdeha
(Marqos 6:7-13; Lûqa 9:1-6)
5Îsa ev her donzdeh şandin, tʼemî li wan kir û got: «Neçine nava necihûya û nekʼevine bajarêd Sameryayê. 6Lê pêşîyê herʼine nav pezêd mala Îsraêlêye undabûyî. 7Gava hûn herʼin, dannasîn kin û bêjin: ‹Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye›. 8Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, kʼotîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin. 9Li ber pişta xweda tʼu tiştî hilnedin: Ne zêrʼ, ne zîv, ne sifir, 10ne tûrik bona rʼê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî pʼale hêjayî rʼisqê xwe ye.
11Çi bajar yan gundê ku hûn bikʼevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, hʼeta ku hûn ji wir diçin. 12Gava hûn herʼine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‹Eʼdilayî vê malêrʼa›. 13Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegerʼe. 14Lê kʼî ku we qebûl neke û guhdarîya xeberêd we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdikʼevin, tʼoza nigêd xwe dawşînin. 15Ez rʼast werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.
Mîna pêz li nav gura
(Marqos 13:9-13; Lûqa 21:12-17)
16Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax. 17Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya. 18Rʼûyê Minda wê we bibine ber welîya û pʼadşa, ku hûn ber wan û necihûya şeʼdetîyê bidin. 19Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê. 20Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de.
21Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kurʼê xwe û zarʼ jî wê himberî dê û bavê xwe rʼabin û wan bidine kuştinê. 22Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be. 23Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.
24Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe. 25Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?
Bizanibin ku tirsa we ji kʼê hebe
(Lûqa 12:2-7)
26Awa îdî tʼu car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe. 27Çi ku Ez teʼrîyêda werʼa dibêjim, ewî nav rʼonayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî. 28Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin rʼuhʼ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare rʼuhʼ û bedenê ceʼnimêda unda ke. 29Ne du çʼivîk bi diravekî çarqurʼûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî eʼmirê Bavê we nakʼeve eʼrdê. 30Lê çi li we dikʼeve, her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ne. 31Îdî netirsin. Hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in.
Îqrar û înkʼarkirina Îsa
(Lûqa 12:8-9)
32Kʼî ku Min ber meriva îqrar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana îqrar kim. 33Lê kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî Eʼzmana înkʼar kim.
Şûr û eʼdilayî
(Lûqa 12:51-53; 14:26-27)
34Nefikirin ku Ez hatime dinê eʼdilayîyê bînim. Ez nehatim eʼdilayîyê bînim, lê şûr. 35Çimkî Ez hatim kurʼ ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesîyê biqetînim 36û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin.#10:35-36 Mîxa 7:6.
37Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kurʼê xwe yan qîza xwe ji Min zeʼftir hʼiz dike, ne hêjayî Min e. 38Ewê ku xaçê xwe hilnade pey Min nayê, ew ne hêjayî Min e. 39Kʼî eʼmirê xwe bigerʼe, ewê unda ke, lê kʼî eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.
Heqstandin
(Marqos 9:41)
40Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike. 41Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne. 42Û ewê ku tʼase ava sar jî dide yekî ji van biçʼûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê tʼu car heqê xwe unda neke».

Currently Selected:

Metta 10: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in