YouVersion လိုဂို
ရွာရန္ အိုင္ကြန္

Destpêk 1

1
Afirandina dinyayê
1 # Yûhenna 1:1-3; Îbranî 11:3 Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. 2Erd vikîvala û bêşikil dibû, tariyê kûrahî radipêça. Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digeriya.
3 # Korîntî I, 4:6 Xwedê got: “Bila ronahî çêbe.” Ronahî çêbû. 4Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand. 5Xwedê navê ronahiyê “Roj” û navê tariyê “Şev” danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû.
6 # Petrûs II, 3:5 Xwedê got: “Bila di nava avê de qûbeyek çêbe ku avê ji hev veqetîne.” 7Xwedê qûbeyek çêkir û ava bin qûbeyê, ji ava li serê wê veqetand. Wisa jî bû. 8Xwedê navê qûbeyê “Ezman” danî. Bû êvar û sibe, ev roja diduyan bû.
9Xwedê got: “Bila ava di bin ezmên de li derekê bicive û bejahî bê dîtin.” Wisa jî bû. 10Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e.
11Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû. 12Erdê, giya û şînahiyên li gorî cureyên xwe ber didin û darên wiha gihandin ku berê wan di fêkiyê wan de ne. Xwedê dît ku ev qenc e. 13Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû.
14Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan. 15Bila ev di qûbeya ezmên de bibin ronahî ku ronahiyê bidin erdê.” Wisa jî bû. 16Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo ku serweriyê li rojê bike, ya biçûk jî, ji bo ku serweriyê li şevê bike. Wî stêr jî çêkirin. 17Xwedê ew di qûbeya ezmên de bi cih kirin ku ew ronahiyê bidin erdê, 18serweriyê li şev û rojê bikin û ronahî û tariyê ji hev veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e. 19Bû êvar û sibe, ev roja çaran bû.
20Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên teyr bifirin.” 21Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e. 22Xwedê ew pîroz û bereket kirin û got: “Zêde û berdar bin, ava deryayan dagirin. Bila teyr li erdê zêde bin.” 23Bû êvar û sibe, ev roja pêncan bû.
24Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin#1:24 Peyva afirîdên bi erdê ve dişêlin heywanên wekî mişk û kêzikan jî digire nav xwe. û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû. 25Xwedê li gorî cureyên wan heywanên kovî, kedî û hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
26 # Korîntî I, 11:7 Xwedê got: “Em#1:26 Nivîsa Masoriyan: Em. Binêre: Zebûr 82:1; 89:5-7; Yêremya 48:29 mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, teyrên ezmanan, heywanên kedî, hemû afirîdên bi erdê ve dişêlin û seranserê dinyayê.”
27 # Destpêk 5:2; Metta 19:4-5; Marqos 10:6 Xwedê mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin. 28Xwedê ew pîroz û bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe. Bibin serwerên masiyên deryayan, teyrên ezmanan û hemû afirîdên dişêlin.” 29Piştre Xwedê got: “Ez hemû giya û şînahiyên li ser tevahiya rûyê erdê ên ku tov didin û hemû darên ku tovê wê di fêkiyê wê de ye, didim we. Wê ev ji we re bibin xwarin. 30Ji her tiştê ku hilma jiyanê pê re ye; hemû heywanên kovî, teyrên ezmanan û afirîdên dişêlin, ez hemû şînahiyan ji bo xwarinê didim wan.” Wisa jî bû. 31Xwedê her tiştê çêkiribû dît ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.

လက္ရွိေရြးခ်ယ္ထားမွု

Destpêk 1: KURNT

အေရာင္မွတ္ခ်က္

မၽွေဝရန္

ကူးယူ

None

မိမိစက္ကိရိယာအားလုံးတြင္ မိမိအေရာင္ခ်ယ္ေသာအရာမ်ားကို သိမ္းဆည္းထားလိုပါသလား။ စာရင္းသြင္းပါ (သို႔) အေကာင့္ဝင္လိုက္ပါ