YouVersion Logo
تلاش

Destpêk 15

15
Peymana Xwedê ya bi Avramê Pêxember re
1Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram#15:1 Navê Îbrahîmê Pêxember ê berî Avram bû. Binêre: Destpêk 17:5 re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.”
2Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.” 3Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.”
4Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.” 5#Romayî 4:18; Îbranî 11:12Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!”
6 # Romayî 4:3, 9, 22; Galatî 3:6; Aqûb 2:23 Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.
7Bi ser de Xudan jê re got: “Ez ew Xudan im ku tu ji bajarê Ûra Kildaniyan derxistî ku vî welatî bide te û tu wê derê ji xwe re bikî milk.”
8Avram got: “Ya Reb Xudan, ezê çawa bizanim ku ezê bibim xweyê wî?”
9Xudan ji Avram re got: “Ji min re çêlekeke sê salî, bizineke sê salî û beranekî sê salî, qumrî û kevokekê bîne.”
10Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin. 11Gava teyrên dirinde ji jor ve hatin ser laşan, Avram berî wan da.
12Piştî ku roj çû ava, Avram ket xeweke giran. Tariyeke bi tirs û bizdan bi ser wî de hat. 13#Derketin 1:1-14; Karên Şandiyan 7:6Xudan ji Avram re got: “Baş bizanibe ku wê ziriyeta te li welatekî xerîb bijî û çar sed salan bibe kole û zilmê bibîne. 14#Derketin 12:40-41; Karên Şandiyan 7:7Lê ezê wî miletê ku koletiyê bi wan dide kirin, ceza bikim. Piştre wê ziriyeta te bi dewlemendiyeke mezin ji wê derê derkeve. 15Tê jî bi xêr û silamet bigihîjî bav û kalên xwe. Tê emrekî dirêj bijî û paşê werî veşartin. 16Wê nifşê çaran ê ziriyeta te vegere vê derê. Çimkî hê gunehên Amoriyan negihîştin dawiyê.”
17Piştî ku roj çû ava û bû tarî, menqereke bi dû û xetîreyeke bi pêt xuya bû û di nav perçeyên laşan re derbas bû. 18#Karên Şandiyan 7:5Wê rojê Xudan bi Avram re peyman çêkir û got: “Ezê welatê ku ji Çemê Misrê heta Çemê Mezin –ku Ferat e– berfireh e, bidim ziriyeta te 19ku welatê Qêniyan, Qenîzziyan, Qadmoniyan, 20Hîtîtiyan, Perîzziyan, Refayiyan, 21Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”

موجودہ انتخاب:

Destpêk 15: KURNT

سرخی

شئیر

کاپی

None

کیا آپ جاہتے ہیں کہ آپ کی سرکیاں آپ کی devices پر محفوظ ہوں؟ Sign up or sign in