1
Destpêk 11:6-7
Kurmanji Încîl
Xudan got: “Va ye, ew yek milet in. Zimanê wan hemûyan yek e û ev bi tenê destpêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku pîlan bikin ji wan re nabe zehmet. Werin, em dakevin jêr, zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.”
Vergelyk
Verken Destpêk 11:6-7
2
Destpêk 11:4
Piştre got: “Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke bigihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya rûyê erdê belav nebin.”
Verken Destpêk 11:4
3
Destpêk 11:9
Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir ew bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.
Verken Destpêk 11:9
4
Destpêk 11:1
Di destpêkê de zimanê mirovên tevahiya dinyayê yek bû û wekî hev dipeyivîn.
Verken Destpêk 11:1
5
Destpêk 11:5
Xudan daket jêr, ji bo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne.
Verken Destpêk 11:5
6
Destpêk 11:8
Îcar Xudan ew ji wir li ser tevahiya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda.
Verken Destpêk 11:8
Tuisblad
Bybel
Leesplanne
Video's