Destpêk 33
33
Aqûbê Pêxember Esawê Pêxember dibîne
1Aqûb serê xwe rakir û dît ku va ye Esaw bi çar sed mirovên xwe re tê. Wî zarok di nav Lêa, Rahêl û herdu cariyeyan de kirin du beş. 2Wî carî û zarokên wan li pêş, Lêa û zarokên wê li pey û Rahêl û Ûsiv danî paşiyê. 3Aqûb bi xwe derbasî pêşiyê bû û çaxê ku nêzîkî birayê xwe bû, heft caran xwe tewand erdê.
4Lê Esaw bezî hat pêşiya wî, ew hembêz kir, xwe avêt stûyê wî û ew ramûsa. Herdu jî giriyan. 5Piştre Esaw serê xwe rakir, li jin û li zarokan nêrî û got: “Ev kesên bi te re kî ne?”
Aqûb got: “Ev zarokên xulamê te ne ku kerema Xwedê ne.”
6Carî bi zarokên xwe re nêzîk bûn û xwe tewandin. 7Piştre Lêa û zarokên xwe nêzîk bûn û xwe tewandin. Di dawiyê de Ûsiv û Rahêl nêzîk bûn û xwe tewandin.
8Esaw pirsî û got: “Ev koma ku ez lê rast hatim, tê çi wateyê?”
Aqûb got: “Ji bo ku dilê xweyê min bi min xweş be.”
9Lê Esaw got: “Bi qasî ku têra min bike malê min heye. Bila malê te ji te re be.”
10Aqûb got: “Nexêr ji kerema xwe, heke dilê te bi min xweş be, tu vê diyariya min qebûl bike. Dîtina rûyê te, wekî dîtina rûyê Xwedê ye. Çimkî te ez bi serbilindî qebûl kirim. 11Ji kerema xwe, vê diyariya ku min ji te re aniye qebûl bike. Çimkî Xwedê li min hat rehmê û her tiştê min heye.” Ji ber ku Aqûb pir bi ser ve çû, Esaw qebûl kir.
12Piştre Esaw got: “De em herin, ezê bidim pêşiya te.”
13Lê Aqûb jê re got: “Ezbenî, tu dizanî ku zarok hûr in û divê ez bala xwe bidim pez û dewarên şîr. Heke rojeke din jî em wan bajon, wê hemû telef bibin. 14Bila xweyê min li pêşiya xulamê xwe here. Ezê li gorî rêveçûna heywan û zarokan hêdî hêdî bêm, heta ku ez li Seîrê bigihîjim te.”
15Esaw got: “Wî çaxî bihêle ez çend kesan bi te re bihêlim.”
Aqûb got: “Çima? Tenê ez dixwazim dilê xweyê min bi min xweş be.”
16Wê rojê Esaw ji bo ku vegere Seîrê da rê. 17Aqûb jî koçî Sûkkotê kir#33:17 Sûkkot bi îbranî goman e., li wê derê ji xwe re xanî ava kir û ji pezê xwe re gom çêkirin. Ji ber vê yekê ji wî cihî re Sûkkot tê gotin.
18Piştî ku Aqûb ji Paddan-Aramê hat, ew bi ewlehî gihîşt bajarê Şexema welatê Kenanê û li pêş bajêr kon veda. 19#Yêşû 24:32; Yûhenna 4:5; Karên Şandiyan 7:16Wê zeviya ku kon lê veda, ji kurên Hamor, ji bavê Şexem bi sed perçe zîvî kirî. 20Li wir gorîgehek çêkir û navê wê derê kir “Êl-Êlohê-Îsraêl#33:20 Êl-Êlohê-Îsraêl bi îbranî Xwedê, Xwedayê Îsraêl ye..”
Tans Gekies:
Destpêk 33: KURNT
Kleurmerk
Deel
Kopieer
Wil jy jou kleurmerke oor al jou toestelle gestoor hê? Teken in of teken aan
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.