Yûhʼenna 1
1
Pêşgotina Yûhʼenna: Destpêbûnêda Xeber hebû
1Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû. 2Ew destpêbûnêda tʼevî Xwedê bû. 3Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî. 4Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû. 5Rʼonayî teʼrîstanîyêda şewq dide û teʼrîstanîyê Pê nikaribûye.
6Merivekî ji alîyê Xwedêda şandî hebû, ku navê wî Yûhʼenna bû. 7Ew bona şeʼdetîyê hat, wekî bona Rʼonayê şeʼdetîyê bide, ku hʼemû pê wî bawer bikin. 8Ew xwexa ne ew Rʼonayî bû, lê ew hat ku şeʼdetîya Rʼonayê bide. 9Rʼonaya rʼast Ew e, kʼîjan ku tê dinyayê û hʼemû meriva rʼonayî dike. 10Ew dinyayêda bû û dinya pê Wî eʼfirî, lê dinyayê Ew nas nekir. 11Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir. 12Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê. 13Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.
14Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê. 15Yûhʼenna bona Wî şeʼdetî da û bi dengekî bilind got: «Eva ye, bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Ewê ku pey min tê Ew ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›». 16Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand#1:16 Aha jî tê feʼmkirinê: «Kʼerem ji ber kʼeremêva stand», awa gotî kʼerema Peymana Nûye Îsa Mesîh cîyê kʼerema Peymana Kevine çʼîyayê Sînayê girtîye. Hinek jî feʼm dikin, ku ji kʼerema Îsa, kʼerem eʼmirê bawermendada heye û hê zêde dibe. . 17Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh. 18Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye#1:18 Nav destnivîsarêd here qencda aha ye: «Yê Bêşirîkî-Bêheval ku hʼemêza Bavêda ye». Nav hinek destnivîsarêd dinda jî aha ye: «Kurʼê Bêşirîkî-Bêheval ku hʼemêza Bavêda ye». û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.
Şeʼdetîya Yûhʼennayê nixumdar
(Metta 3:1-12; Marqos 1:1-8; Lûqa 3:15-17)
19Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe, 20înkʼar nekir û aşkere got: «Ez ne Mesîh me». 21Wana jê pirsî: «Lê tu kʼî yî? Êlyas î?»#1:21 Malaxî 4:5. Ewî got: «Na». «Ew pʼêxemberê#1:21 Gelek cihû li hîvîya pʼêxemberekî bûn, yekî mîna Mûsa yan jî yekî ji wî qewattir, ku wê bihata wextê hatina Mesîh eʼlam bikira (Qanûna Ducarî 18:15, 18; Yûhʼenna 6:14; 7:40). sozdayî yî?» Cab da: «Na». 22Hingê jêrʼa gotin: «De bêje, tu kʼî yî, wekî em cabekê wanrʼa bibin, yêd ku em şandine. Tu bona xwe çi dibêjî?» 23Ewî got: «Ez ew deng im ku berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan rʼast bikin!›#1:23 Îşaya 40:3. çawa ku Îşaya pʼêxember gotîye». 24Ewêd ku hatibûne şandinê ji fêrisîya bûn. 25Wana jê pirsî: «Lê îdî çima dinixumînî, heger tu ne Mesîh î, ne Êlyas û ne jî pʼêxember?» 26Yûhʼenna li wan vegerʼand û got: «Ez bi avê dinixumînim, lê Yek nav weda heye, ku hûn Wî nas nakin. 27Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim». 28Ev hʼemû li wî berî Ûrdunê, li Beytanyayê, wî cîyê ku Yûhʼenna li wir dinixumand qewimîn.
Berxê Xwedê
29Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide! 30Ev e bona Kʼîjanî min gotibû: ‹Pey minrʼa Yekê bê, ku ser minrʼa ye, çimkî Ew berî min hebû›. 31Min nizanibû Ew kʼî ye, lê ez hatime bi avê dinixumînim, wekî Wî Îsraêlêva bidime eʼyankirinê».
32Yûhʼenna eva şeʼdetîya da û got: «Min dît ku Rʼuhʼ ji eʼzmên mîna kevotkekê hat ser Wî danî û ma. 33Min nizanibû Ew kʼî ye, lê Ewê ku ez şandim, ku bi avê binixumînim, minrʼa got: ‹Tu kʼîjanî bibînî ku rʼuhʼ tê ser datîne û dimîne, Ew e ku bi Rʼuhʼê Pîroz dinixumîne›. 34Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».
Şagirtêd pêşîyê
35Rʼoja dinê Yûhʼenna dîsa tʼevî du şagirtêd xwe sekinî bû. 36Dît ku Îsa wirarʼa derbaz dibe, got: «Va ye Berxê Xwedê!» 37Ev yek ku bihîstin, her du şagirt pey Îsa çûn. 38Îsa li pişt Xweva vegerʼîya û dît ku wana daye pey Wî tên, wanrʼa got: «Hûn çi dixwazin?» Wana jêrʼa got: «Rʼabbî», ku tê feʼmkirinê: «Dersdar», «Tu li kʼu derê dimînî?» 39Ewî wanrʼa got: «Werin hûnê bibînin». Wana çû û dît ku Ew li kʼu dimîne. Îdî sihʼet nêzîkî çara bû û wê rʼojê ew li cem Wî man.
40Ji wan her duya, yêd ku ji Yûhʼenna bihîstin û pey Îsa çûn, yek Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs bû. 41Ewî pêrʼa-pêrʼa birê xwe Şimhʼûn dît û jêrʼa got: «Me Mesîh dît», ku tê feʼmkirinê: «Yê Kʼifşkirî»#1:41 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «XRÎSTOS». «XRÎSTOS» bi zimanê yûnanî tê feʼmkirinê: «Yê Kʼifşkirî», «Yê Bijartî» û «Yê Rʼûnkirî». . 42Wî ew anî cem Îsa. Îsa li Şimhʼûn nihêrʼî û gotê: «Tu, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tê Kîfas bêyî gotinê» (awa gotî «Petrûs», ku tê feʼmkirinê: «Qeya»).
Îsa gazî Fîlîpo û Natanyêl dike
43Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!» 44Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs. 45Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê». 46Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî pʼak ji Nisretê derkʼeve?» Fîlîpo jêrʼa got: «Were û bibîne!» 47Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune». 48Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê rʼûniştî bûyî, Min tu dîtî». 49Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!» 50Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu bona vê yekê bawer dikî, wekî Min terʼa got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî?› Tê tiştêd ji vê mestir bibînî». 51Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin»#1:51 Destpêbûn 28:12. .
Nke Ahọpụtara Ugbu A:
Yûhʼenna 1: KmrNTL
Mee ka ọ bụrụ isi
Kesaa
Mapịa
Ịchọrọ ka echekwaara gị ihe ndị gasị ị mere ka ha pụta ìhè ná ngwaọrụ gị niile? Debanye aha gị ma ọ bụ mee mbanye
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: