Akara Njirimara YouVersion
Akara Eji Eme Ọchịchọ

Lûqa 13

13
Ji gunekirinê vegerʼin, ku unda nebin
1Wî çaxî hinek hatin bona wan celîlîya Îsarʼa gotin, xûna kʼîjana Pîlato tʼevî xûna qurbanêd wan kiribû. 2Îsa li wan vegerʼand û got: «We tʼirê ew celîlîyêd ku ev yek hate serê wan, ji hʼemû celîlîyêd mayîn gunekʼartir bûn? 3Ez werʼa dibêjim, na! Lê belê heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin. 4Yan jî ew hʼîjdeh merivêd ku kela Sîlwamê ser wanda kʼet mirin, we tʼirê ewana ji hʼemû binelîyêd Orşelîmê gunekʼartir bûn? 5Na! Ez werʼa dibêjim, heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin».
Mesela dara hêjîrêye bê ber
6Ewî eva mesela jî got: «Merivek hebû, nava rʼezê tirîyê wîda dareke hêjîrêye nikandî hebû. Rʼojekê ew hat, ku ser wê ber bigerʼe, lê nedît. 7Wî çaxî rʼezvanrʼa got: ‹Eva muxdarê sê sala ye ez têm, berê vê dara hêjîrê digerʼim, lê nabînim. Evê bibirʼe! Badîhewa çima cî girtîye?› 8Rʼezvan lê vegerʼand û got: ‹Axa, îsal jî wê sebir ke. Ezê dora wê vedim û pʼeyn bikimê. 9Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibirʼe›».
Rʼoja şemîyê qenckirina kʼulfeta qoncikî
10Rʼojeke şemîyê Îsa kʼinîştekêda hîn dikir. 11Li wir kʼulfeteke qoncikî hebû, ku hʼîjdeh salêd wê bû, rʼuhʼê nexweşîyê pêrʼa bû. Ewê qet nikaribû xwe rʼast kira. 12Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!» 13Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêrʼa-pêrʼa rʼast bû û şikirî dida Xwedê. 14Lê serwêrê kʼinîştê hêrs kʼet, ku Îsa rʼoja şemîyê nexweş qenc kir û eʼlaletêrʼa got: «Şeş rʼoj bona şixulkirinê hene, hûn nava wan rʼojada dikarin bên qenc bin, ne ku rʼoja şemîyê». 15Xudan lê vegerʼand û gotê: «Durʼûno! Ji we kʼîjan rʼoja şemîyê gayê xwe yan kʼera xwe ji afirʼ venake û nabe ser avê? 16Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?» 17Û gava ev yek got, hʼemûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û tʼemamîya eʼlaletê bona wan kʼeremetêd Wîye rʼûmetî ku Wî dikirin şa dibû.
Du meselêd li ser Pʼadşatîya Xwedê
(Metta 13:31-33; Marqos 4:30-32)
18Peyrʼa Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna çi ye? Û Ez wê himberî çi kim? 19Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye, ku merivekî hilda baxçê xweda çand. Û gava ew mezin bû, bû dar, teyredêd eʼzmên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêkirin».
20Ewî dîsa got: «Ez Pʼadşatîya Xwedê himberî çi kim? 21Ew mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda nava sê kod#13:21 Sê kodêd cihûya dikir qasî 25 kîlograma. arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat».
Derê teng
(Metta 7:13-14, 21-23)
22Îsa gund û bajararʼa derbaz dibû, hîn dikir û berbi Orşelîmê diçû. 23Yekî Wîrʼa got: «Xudan, gelo hindik in, ewêd ku wê xilaz bin?» Ewî wanrʼa got: 24«Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin. 25Û peyrʼa, ku xweyê malê rʼabe derî bigire, hingê hûnê derva bimînin û derî xin bêjin: ‹Em xulam, derî li me veke›. Ewê li we vegerʼîne û bêje: ‹Ez nizanim hûn ji kʼu ne›. 26Hingê hûnê bêjin: ‹Me tʼevî Te xwar, vexwar û Te kʼûçêd meda hîn dikir›. 27Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!› 28Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hʼemû pʼêxembera Pʼadşatîya Xwedêda bibînin, xwe jî derva avîtî. 29Û wê ji rʼohilat-rʼoavayê û bakur-başûrê bên, Pʼadşatîya Xwedêda ser sifrê rʼûnên. 30Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş».
Îsa li ser Orşelîmê dilovîne
(Metta 23:37-39)
31Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje». 32Û Ewî wanrʼa got: «Herʼin wî rʼûvîyîrʼa bêjin: ‹Va Ez îro, sibê cina derdixim, nexweşa qenc dikim û rʼoja sisîya Ezê bigihîjime meremê Xwe›. 33Lê gerekê Ez îro, sibê, dusibe rʼîya Xweda herʼim, çimkî nabe ku pʼêxemberek ji Orşelîmê der unda be. 34Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest! 35Va mala te wê xirabe bimîne. Ez werʼa dibêjim, îdî hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku hûn bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê›#13:35 Zebûr 118:26. ».

Nke Ahọpụtara Ugbu A:

Lûqa 13: KmrNTL

Mee ka ọ bụrụ isi

Kesaa

Mapịa

None

Ịchọrọ ka echekwaara gị ihe ndị gasị ị mere ka ha pụta ìhè ná ngwaọrụ gị niile? Debanye aha gị ma ọ bụ mee mbanye