Lûqa 17
17
Çend gotinêd Îsa derheqa gunekirinê, baxşandinê, bawerkirinê û borcdayînêda
(Metta 18:6-7, 21-22; Marqos 9:42)
1Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Nabe ku sebebîya jirʼêkʼetinê tʼunebe, lê wey li wî, ku bibe sebebê vê yekê. 2Wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdan û avîtinê nava beʼrê, ne ku ji vanêd biçʼûk yekî ji rʼê derxe. 3Haş ji xwe hebin! Heger birê te guna bike, lê hilê, heger ser kirina xwe pʼoşman be, wî bibaxşîne. 4Û heger nava rʼojêda hʼeft cara neheqîyê li te bike û vegerʼe, terʼa bêje: ‹Ez tʼobe dikim›, wî bibaxşîne».
5Şandîya Xudanrʼa got: «Bawerîya me zêde ke». 6Xudan got: «Heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe û vê dara tʼûtêrʼa bêjin: ‹Ji vir rʼabe û beʼrêda daçʼike›, ewê ya we bike.
7Ji we kʼîjan e, ewê ku xulamekî wîyî cotkʼar yan şivan hebe, gava ew ji kʼewşên bê, wîrʼa bêje: ‹Bilezîne kʼerem ke ser sifrê›? 8Wê pêşîyê jêrʼa nebêje: ‹Şîva min hazir ke, pişta xwe girêde û berdestîyê minrʼa bike. Ez bixwim û vexwim, paşê jî tu bixwe û vexwe›? 9Gelo bona ew tiştêd ku xulêmrʼa hatine eʼmirkirinê û wî kirine, axayê wî wê jêrʼa bêje: ‹Zeʼf rʼazî me›? 10Usa jî hûn, gava ew hʼemû tiştêd ku werʼa hatine eʼmirkirinê bikin, bêjin: ‹Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me dikʼet, me ew kir›».
Qenckirina dehe kʼotîya
11Gava Îsa berbi Orşelîmê diçû, nava Sameryayê û Celîlêrʼa derbaz dibû. 12Çaxê Ew dikʼete gundekî, dehe merivêd kʼotî rʼastî Wî hatin dûr sekinîn 13û bi dengê bilind gotinê: «Îsayê mamosta, li me were rʼeʼmê». 14Û gava Îsa ew dîtin, wanrʼa got: «Herʼin xwe nîşanî kʼahîna kin». Û çaxê ew hê diçûn, paqij bûn. 15Lê gava ji wan yekî dît ku ew paqij bûye, paşda vegerʼîya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê. 16Ewî xwe deverʼû avîte ber nigêd Îsa û rʼazîbûn dida Wî. Ew samerî bû. 17Hingê Îsa got: «Ne her dehe jî paqij bûn, lê kʼanê ne her nehêd din? 18Çima pêştirî evî merivê xerîb kesek ji wan venegerʼîya, ku bihata şikirî bida Xwedê?» 19Û wîrʼa got: «Rʼabe herʼe. Bawerîya te tu qenc kirî».
Hatina Pʼadşatîya Xwedê
(Metta 24:23-28, 37-41)
20Gava fêrisîya ji Îsa pirsî, Pʼadşatîya Xwedê wê kʼengê bê, Ewî li wan vegerʼand û got: «Pʼadşatîya Xwedê aşkere nayê. 21Ne jî wê bêjin: ‹Va ye vir e!› yan jî: ‹Wê dera han e!› Çimkî Pʼadşatîya Xwedê nava weda ye». 22Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin. 23Û heger werʼa bêjin: ‹Va ye vir e!› yan: ‹Dera han e!› pey nekʼevin neçin. 24Çimkî çawa birûsk ji alîkî eʼzmên birq dide û tʼemamîya eʼzmên rʼonayî dike, Kurʼê Mêriv jî wê rʼoja xweda usa be. 25Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê. 26Çawa rʼojêd Nuhda diqewimîn, usa jî wê rʼojêd Kurʼê Mêrivda biqewimin. 27Hingê dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê, lêyî rʼabû qirʼa hʼemûya anî#17:27 Destpêbûn 6-8. . 28Û usa jî çawa rʼojêd Lûtda bûn, dixwarin, vedixwarin, dikʼirʼîn, difirotin, dirʼeşandin û çêdikirin. 29Lê ew rʼoja ku Lût ji Sodomê derkʼet, agir û kʼirkʼût ji eʼzmên barî, qirʼa hʼemûya anî#17:29 Destpêbûn 19. . 30Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be.
31Wê rʼojê kʼî ser xênî ye û hebûka wî jî malda ye, bira jorda neyê, ku tiştekî hilde û ewê li kʼewşên e, bira paşda venegerʼe. 32Jina Lût bînine bîra xwe#17:32 Destpêbûn 19:23-26. . 33Kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, wê unda ke, lê kʼî ku eʼmirê xwe unda ke, wê xilaz ke. 34Ez werʼa dibêjim, wê şevê heger du merî nivînekêda bin, yekê bê hildanê, yekê bê hiştinê. 35Û heger du kʼulfet ser destarʼekî bin, yekê bê hildanê û ya din bê hiştinê»#17:35 Nav hinek destnivîsarada rʼêza 36-a jî heye: «Û heger du meriv li kʼewşên bin, yekê bê hildanê û yê dinê bê hiştinê». . 37Wana lê vegerʼand û gotin: «Xudan, evê li kʼîderê bibe?» Ewî ji wanrʼa got: «Beretʼe li kʼu hebe, teyrê jî li wir bicivin».
Nke Ahọpụtara Ugbu A:
Lûqa 17: KmrNTL
Mee ka ọ bụrụ isi
Kesaa
Mapịa
Ịchọrọ ka echekwaara gị ihe ndị gasị ị mere ka ha pụta ìhè ná ngwaọrụ gị niile? Debanye aha gị ma ọ bụ mee mbanye
© Институт перевода Библии, 2000, 2011

: