Akara Njirimara YouVersion
Akara Eji Eme Ọchịchọ

Lûqa 6

6
Pirsa rʼoja şemîyê
(Metta 12:1-8; Marqos 2:23-28)
1Rʼojeke şemîyê Îsa nava zevîyarʼa derbaz dibû, şagirtêd Wî simbilêd genim diçinîn, destêd xweda difirikandin û dixwarin. 2Lê ji fêrisîya hineka got: «Çima hûn tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin?» 3Îsa li wan vegerʼand û got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? 4Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî hilda, hin xwexa xwar, hin jî da yêd tʼevî xwe, wekî tʼu kesîrʼa ne cayîz bû bixwara, pêştirî kʼahîna?»#6:4 Qanûna Kʼahîntîyê 24:9; Pʼadşatî I, 21:1-6. 5Û vegerʼîya wanrʼa got: «Kurʼê Mêriv Xudanê şemîyê ye jî».
Îsa rʼoja şemîyê merivê ku destê wî kʼişîyabû qenc dike
(Metta 12:9-14; Marqos 3:1-6)
6Û rʼoja şemîke din Îsa çû kʼinîştê, ku hîn bike. Merivek li wir hebû, ku destê wîyî rʼastê kʼişîyabû. 7Çʼeʼvê qanûnzan û fêrisîya li ser Wî bûn, gelo wê rʼoja şemîyê nexweşa qenc ke yan na, wekî meʼnîke wan hebe, ku xeyba Wî bikin. 8Lê fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û wî merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine». Ew jî rʼabû sekinî. 9Hingê Îsa wanrʼa got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Rʼoja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, rʼuhʼekî xilaz kin yan unda kin?» 10Û Îsa li hʼemûyêd dora Xwe nihêrʼî, wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî usa kir û destê wî dîsa qenc bû. 11Hingê wana ji hêrsa xwe dixwar, nav hevda dişêwirîn, ku çi bînine serê Îsa.
Bijartina her donzdeh şandîya
(Metta 10:1-4; Marqos 3:13-19)
12Wan rʼojada Îsa çû serê çʼîyê, ku dua bike û tʼemamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir. 13Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî: 14Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo, 15Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê. 16Cihûdayê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî, ku nemamîya Wî kir.
Îsa dannasîn dike, hîn dike û qenc dike
(Metta 4:23-25)
17Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn. 18Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin jî qenc dibûn. 19Û tʼemamîya eʼlaletê jî diceʼdand, wekî destê xwe bidana Wî, çimkî qewat ji Wî derdikʼet û her kes ji wan qenc dibû.
Yêd xwezilî û ne xwezilî
(Metta 5:1-12)
20Îsa berê Xwe da şagirtêd Xwe û got:
«Xwezî li we feqîra,
çimkî Pʼadşatîya Xwedê ya we ye.
21Xwezî li we, ku hûn niha birʼçî ne,
çimkî hûnê tʼêr bin.
Xwezî li we, ku hûn niha digirîn,
çimkî hûnê bikʼenin.
22Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin,
gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin
û navê xirab ser we derxin.
23Wê rʼojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we eʼrd negire, çimkî va heqê we li eʼzmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê pʼêxembera usa dikirin.
24Lê wey li we dewletîya,
çimkî hûn gihîştine meremê xwe.
25Wey li we, ku hûn niha tʼêr in,
çimkî hûnê birʼçî bin.
Wey li we, ku hûn niha dikʼenin,
çimkî hûnê bigirîn û şînê bikin.
26Wey li we, ku hʼemû meriv bona we qenc xeber didin,
çimkî kal-bavêd wan jî pʼêxemberêd derewrʼa usa dikirin.
Dijminêd xwe hʼiz bikin
(Metta 5:38-48; 7:12a)
27Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin. 28Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin. 29Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle. 30Bide wî, kʼî ji te dixwaze û kʼî ji te distîne paşda nexwaze. 31Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin. 32Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî wan hʼiz dikin, kʼîjan ku wan hʼiz dikin? 33Û heger hûn qencîkirêd xwerʼa qencîyê bikin, çi feyde? Ne gunekʼar jî usa dikin? 34Û heger hûn deyn didine yêd usa, ji kʼîjana gumana we heye paşda bistînin, çi feyde? Ne gunekʼar jî deyn didine gunekʼara, ku dîsa haqasî paşda bistînin? 35Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e. 36Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.
Hînkirina derheqa lomekirinêda
(Metta 7:1-5)
37Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê. 38Bidin, werʼa wê bê dayînê, bi pîvaneke tʼijî hʼejandî, dewisandî, serî qûçʼ wê bikine pʼêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî werʼa wê bê pîvanê». 39Ewî meselek jî wanrʼa got: «Gelo kor dikare rʼêberîyê kora bike? Ne her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê? 40Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rʼind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be. 41Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? 42Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bira, bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê tu kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî.
Dar û berê wê
(Metta 7:17-20; 12:34b, 35)
43Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc. 44Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dirʼîyê tirîya. 45Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.
Hʼîmêd du mala
(Metta 7:24-27)
46Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin? 47Her kesê ku tê cem Min gotinêd Min dibihê û diqedîne, Ez werʼa bêjim mîna kʼê ye. 48Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê. 49Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê hʼîm malê xwerʼa çêdike. Gava çʼem lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîratʼê diçe».

Nke Ahọpụtara Ugbu A:

Lûqa 6: KmrNTL

Mee ka ọ bụrụ isi

Kesaa

Mapịa

None

Ịchọrọ ka echekwaara gị ihe ndị gasị ị mere ka ha pụta ìhè ná ngwaọrụ gị niile? Debanye aha gị ma ọ bụ mee mbanye