1
Lûqa 3:21-22
Peymana Nû (Încîl)
KmrNTL
Gava hʼemû cimeʼt dihate nixumandinê, Îsa jî hate nixumandinê. Wê demê ku dua dikir, eʼzman vebû û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».
موازنہ
تلاش Lûqa 3:21-22
2
Lûqa 3:16
Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.
تلاش Lûqa 3:16
3
Lûqa 3:8
De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.
تلاش Lûqa 3:8
4
Lûqa 3:9
Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir».
تلاش Lûqa 3:9
5
Lûqa 3:4-6
Çawa kʼitêba Îşaya pʼêxemberda nivîsar e ku dibêje: «Dengê berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin. Hʼemû gelî bira tʼijî bin, çʼîya-banî nimiz bin, rʼîyêd xaro-maro rʼast bin û çʼeʼl-çʼûl dûz bin. Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›».
تلاش Lûqa 3:4-6
صفحہ اول
بائبل
مطالعاتی منصوبہ
Videos