Paşê mîrêcin Îsa bire Orşelîmê, Ew ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe, ku Te xwey kin› û: ‹Ewê Te ser destê xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›». Îsa lê vegerʼand û got: «Hatîye gotinê ku: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne!›»