Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda kʼotî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe deverʼûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî». Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû.