1
Lûqa 6:38
Peymana Nû (Încîl)
Bidin, werʼa wê bê dayînê, bi pîvaneke tʼijî hʼejandî, dewisandî, serî qûçʼ wê bikine pʼêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî werʼa wê bê pîvanê».
موازنہ
تلاش Lûqa 6:38
2
Lûqa 6:45
Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.
تلاش Lûqa 6:45
3
Lûqa 6:35
Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.
تلاش Lûqa 6:35
4
Lûqa 6:36
Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.
تلاش Lûqa 6:36
5
Lûqa 6:37
Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê.
تلاش Lûqa 6:37
6
Lûqa 6:27-28
Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin. Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.
تلاش Lûqa 6:27-28
7
Lûqa 6:31
Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanrʼa bikin.
تلاش Lûqa 6:31
8
Lûqa 6:29-30
Heger yek rʼûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku pʼotê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêrʼa bihêle. Bide wî, kʼî ji te dixwaze û kʼî ji te distîne paşda nexwaze.
تلاش Lûqa 6:29-30
9
Lûqa 6:43
Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc.
تلاش Lûqa 6:43
10
Lûqa 6:44
Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dirʼîyê tirîya.
تلاش Lûqa 6:44
صفحہ اول
بائبل
مطالعاتی منصوبہ
Videos