Gava mirov li ser rûyê erdê zêde bûn û keçên wan çêbûn, hebûnên ezmanî dîtin ku keçên mirovan bedew in û bi yên ku ecibandin re zewicîn. Xudan got: “Wê Ruhê min her û her bi mirov re nemîne, çimkî ew xwîn û goşt e û wê jiyana wî sed û bîst sal be.” Di wan rojan de û piştre jî, dema hebûnên ezmanî keçên mirovan ji xwe re anîn û zarokên wan çêbûn, Nefîlî li ser rûyê erdê hebûn. Ew mêrxasên dema berê û mêrên bi nav û deng bûn.