Lûqa 12
12
Hînkirina derheqa durʼûtîyêda
1Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan. 2Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe. 3We çi teʼrîyêda gotîye, ewê rʼonayêda bê bihîstinê û we çi li malê guhada xeber daye, ewê ser bana bibe dengî.
Bizanibin ku tirsa we ji kʼê hebe
(Metta 10:28-31)
4Ez we pismamêd Xwerʼa dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin. 5Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin! 6Ne pênc çʼivîk bi du diravêd çarqurʼûşê têne firotanê? Lê Xwedê ji wan yekî jî bîr nake. 7Usa jî her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ye. Netirsin, hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in.
Îqrar û înkʼarkirina Îsa
(Metta 10:32-33; 12:32; 10:19-20)
8Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke. 9Û kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, ewê jî ber milyakʼetêd Xwedê bê înkʼarkirinê. 10Û kʼî ku tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê. 11Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin. 12Çimkî Rʼuhʼê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin».
Dewletîyê bêfeʼm
13Ji nava eʼlaletê yekî Wîrʼa got: «Dersdar, bêje birê min, bira mîratʼa bavê min minrʼa pʼareveke». 14Ewî wîrʼa got: «Heval, kʼê Ez ser we hʼakim yan jî pʼarkir kʼifş kirime?» 15Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne». 16Ewî meselek jî wanrʼa got: «Zevîya merivekî dewletî gelek ber da. 17Û ewî dilê xweda got: ‹Ez çawa bikim? Cî jî tʼune ku deremeta xwe têkimê›. 18Û got: ‹Ezê aha bikim, eʼmbarêd xwe hilşînim û hê yêd mezin çêkim, hʼemû deremet û hebûka xwe jî bikime wir. 19Û xwexa xwerʼa bêjim: Eʼvdo! Te bona xwe tʼêra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, rʼûnê bixwe, vexwe û şa be›. 20Lê Xwedê gote wî: ‹Bêfeʼmo! Îşev rʼuhʼê teyê ji te bê standinê. Ev hebûka te berev kirîye wê kʼêrʼa bimîne?› 21Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».
Hînkirina derheqa xemkirinêda
(Metta 6:25-34)
22Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Lema Ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. 23Çimkî eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca. 24Dîna xwe bidine qarʼqarʼa, ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbar yan kʼîlerêd wan hene, lê Xwedê rʼisqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in! 25Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke#12:25 Aha jî tê feʼmkirinê: «Bihustekê li ser bejina xwe dirêj ke». ? 26Heger hûn wî tiştê herî biçʼûk nikarin bikin, îdî çima bona tiştêd mayîn xem dikin? 27Dîna xwe bidine sosina, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne dirʼêsin. Ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir. 28Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno? 29Li van tişta negerʼin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Ber xwe nekʼevin. 30Çimkî pʼûtpʼaristêd dinyayê li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê we zane ku hûn hʼewcê wan tişta ne. 31Lê ber wêva hûn li Pʼadşatîya Wî bigerʼin û ewê werʼa bêne dayînê.
Xizna eʼzmana
(Metta 6:19-21)
32Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we. 33Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe. 34Çimkî xizna we kʼîderê be, dilê weyê jî li wê derê be.
Xulamê hʼişyar
(Metta 24:45-51)
35Bira pişta we girêdayî û çʼirêd we vêxistî bin. 36Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin. 37Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike. 38Û heger axayê wan nîvê şevê yan jî berbanga sibehê bê û wan usa bibîne, ew xulamana xwezilî ne. 39Lê hûn vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan sihʼetê bihata, wê nehişta ku mala wî derevekira. 40Awa hûn jî hazir bin, çimkî ew sihʼeta ku dilê werʼa derbaz nabe, Kurʼê Mêriv wê bê».
Xulamê amin û xulamê bêamin
41Petrûs got: «Xudan, eva mesela te tʼenê bona me got yan bona hʼemûya?» 42Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan. 43Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne. 44Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe. 45Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be, 46axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane. Wê wî qet-qetî ke û pʼara wî tʼevî pʼara bêamina ke. 47Û ew xulamê ku xwestina axayê xwe zane û kʼarê xwe nake, ne jî li gora xwestina wî dike, wê gelekî bê kʼutanê. 48Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.
Îsa dibe sebebê cudebûnê
(Metta 10:34-36)
49Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida. 50Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî. 51We tʼirê Ez hatim eʼdilayîyê bidime dinê? Ez werʼa dibêjim na, lê bona cudebûnê. 52Ji vir şûnda malekêda pênc merivê ji hev cude bin, sisê wê miqabilî duda bin, dudu miqabilî sisîya. 53Bavê rʼabe miqabilî kurʼ, kurʼ jî bavê, dê qîzê, qîz jî dê, xwesî bûkê û bûk jî xwesîyê».
Nîşanêd zemên
(Metta 16:2-3; 5:25-26)
54Û Ewî eʼlaletêrʼa jî got: «Çaxê ji rʼoavayê eʼwr dertê, hûn destxweda dibêjin: ‹Baranê bibare› û usa jî dibe. 55Û gava bayê başûrê tê, hûn dibêjin: ‹Hewayê germ be› û usa dibe. 56Durʼûno! Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin hewayê çawa be, lê çawa vî zemanî eʼnene nakin?
57Hûn çima xwexa nadine li ber hʼesaba, ku kʼîjan e rʼast? 58Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, usa bike, ku rʼêva tʼevî wî li hev bêyî. Nebe ew te bide destê hʼakim, hʼakim jî te bide destê seresker û ew jî te bavêje kelê. 59Ez terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê paşin nedî».
Nke Ahọpụtara Ugbu A:
Lûqa 12: KmrNTL
Mee ka ọ bụrụ isi
Kesaa
Mapịa
Ịchọrọ ka echekwaara gị ihe ndị gasị ị mere ka ha pụta ìhè ná ngwaọrụ gị niile? Debanye aha gị ma ọ bụ mee mbanye
© Институт перевода Библии, 2000, 2011